6. Kongreya Yekîtiya Star bi coş didome
18:36
JINHA
RIMÊLAN- Îro bi beşdariya 250 delege û hejmareke zêde mêvan ji tevahiya sazî, dezgeh û partiyên Rojava, herwiha ji başûrê Kurdistan, Lûbnan û Şamê kongreya 6.emîn a Yekîtiya Star li salona Aram Tîgran a girêdayî Çand û Hunerê destpêkir.
Tevahiya jinên beşdarî kongreyê bûne cilên gelêrî li xwe kirin. Kongre bi dirûşmeya 'Bi Jina Azad Ber Bi Sûriyeya Demokratîk ve' tê lidarxistin. Her wiha salon bi pankartên 'Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye', 'Azadiya Rêber Apo Azadiya Jinê ye' hatiye xemilandin. Rûniştina kongreyê bi deqîqeyekê rêzgirtin destpêkir. Paşê dîvan hate hilbijartin û axaftina vekirinê hate kirin û peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn. Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah jî axaftinek kir û îşare bi rola şehîdan di lidarxistina kongreyê de kir. Nesrîn axaftinên xwe wiha doman: "Îro ev kongre hemû jinên cîhanê temsîl dike. Himêzkirina Yekîtiya Star û destekdayîna wê ji YPJ'ê re pir girîng bû, ji ber wê YPJ'ê moraleke mezin jê girt û dikarîbû di qada leşkerî de serkeftinan biafirîne. Jinên li vir amade wê bibin pêşengên tevgera jin a azad."
Diya Bihar bi navê jinên Şengalê axivî û got: "Bi navê jinên Şengalê em vê kongreyê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em di vir de hemû şehîdên jin bibîr tînin û soz didin li ser şopa wan bimeşin".
Bi navê jinên Siryanî jî Şamîram Şemûn wiha got: "Em berxwedaniya jinan li Rojava pîroz dikin, têkoşîna YPJ'ê silav dikin, serkeftinên herî dawî jî yên Şedadê û Arfad li gelê xwe pîroz dikin. Em wekî jinên Rojava me karî di asta cîhanê îsbat bikin ku jin dikare di her qadê de cihê xwe bigire û bi ser bikeve."
Bi navê Koordînasiyona Jin a Rêveberiya Xweser li Kantona Cezîrê Remziya Mihemed axivî û wiha got: "Yekîtiya Star bû bingeh ku rêxistinbûneke jinan li Rojavayê Kurdisatanê were avakirin. Em hemû hevalên jin ên şehîd di vê kongreyê de bi bîr tînin, ji ber ku îro ev kongre bi saya felsefeya Rêber Apo û têkoşîna jinên qehremanan ku li çiyayên azad berxwedanê dikin, tê lidarixistin. Îro ev kongre dibe bingeha dê bibe avakirina Sûriyeke Demokratîk be."
Herwiha bi ser navê delegeyên Kobanê Bêrîvan Yûsuf, Edalet Osê bi ser navê TEV-Dem'ê, herwiha nameya delegeyên Heleb û Efrînê ku ji ber rewşa ewlekariyê nekarîn werin kongreyê hate xwendin. Di nameyê de kongre hate silavkirin û hate gotin û wan pir dixwest tevlî kongreyê bibin. Peyama jinên Bakur KJA'yê ji aliyê Zozan Cizîrê ve hate xwendin di peyamê de bi kinahî wiha hate gotin "Di dîrokê de tê xuyakirin ku heya jin azad nebe qet ne mumkine ku civak jî azad bibe. Îro komploya ku di şexsê Rêber Apo tê kirin di heman demê de komplo li ser jinê ye, bi saya fikir û ramanê Rêber Apo em dikarin kongreyekê bi vî rengî ku hemû jin cihê xwe tê de bigirin pêk bînin."
Wekî din jî peyamên Tevgera Jin Çand û Huner, Meclisa Jinên Kantona Cizîrê, MLKP, RAJIN, Partiya Guhertin, Asayîşa Jin, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk û hin lijne û partiyê din hatin xwendin.
Piştî axaftinan tehlîlên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan di derbarê pirsgirêka jinê de hatin xwendin, piştî wê rapora Yekîtiya Star hate xwendin û nîqaşkirin.
Kongre heya vê seatê bi nîqaşan didome.
(kom/rc)