Yekîtiya Star navenda xwe li Efrînê vekir

18:52

JINHA

EFRÎN - Rêxistina Yekîtiya Star navenda xwe ya xweser bi merasîmeke ku bi sedan jin tevlî bûn li Kantona Efrînê vekir.

Di merasîmê de jinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û jinên di saziyan de dixebitin, herwiha endamên Yekîtiyê amade bûn. Merasîm bi deqîqeyekê rêzgirtin destpêkir. Piştî wê endama rêveberiya Yekîtiya Star Fîdan Ebdo axivî. Fîdan vekirina navendê li tevayî jinên kantonê pîroz kir û got ku, "Dê deriyê navendê ji bo tevayî jinan vekirî be û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dê bixebite."

Piştî gotina Fîdan qordelena vekirinê ji aliyê dayika têkoşer Selam ve hate birîn û û tevayî jin bi diruşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' û 'Bijî Serok Apo' derbasî navendê bûn.

(fr/zd/rc)