Heyeta KNK: Ligel êrîşa hember Silopî me rûhê berxwedaniyê dît
09:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji heyeta KNK'ê Naliya Îbrahîm û Shahla Hafîal ên ku ji bo lêkolînê derbasî Silopî bûne diyar kirin ku ligel êrîş ew hestên berxwedanê di gel de bilind dîtine û anîn ziman ku serkeftina Bakûrê Kurdistan dê bibe wesîleya serkeftina tevahî Kurdistanê.
Heyeta ku ji Hevserokê DBP'ê Kamuran Yûksek, nûnerên KNK'ê Naliya Îbrahîm, Shahla Hafial û Kwestun David û parlementerên HDP'ê pêk tên, ji bo lêkolîna êrîşên qirkirina dewleta Tirkiyê çûbûn navçeyê Silopî a Şirnexê. Nûnera KNK'ê Naliya Îbrahîm derbarê lêkolîna xwe de nêrîna xwe parvekir û wiha got, "Dema em hatin me Silopî dît, bi rastî gelek hatibû tar û markirin. Li hember êrîşan me coş û hestên berxwedana gel bi hêz dît. Ev yek jî baweriyek da me."
'Em ê nêrînên xwe bi her kes re parve bikin'
Naliya destnîşan kir ku divê tevahî gel xwedî li bakûrê Kurdistanê derkevin û wiha pêde çû, "Ji cihê ku em hatin jî girêdanek mezin hember gelê bakûrê Kurdistanê hebû. Ev yekîtî û piştevanî baweriya mirov a serkeftinê li hember êrîşan bilind dike. Tenê girêdan têra nake, divê her kes bê herêmê û ji nêzve êrîşên ku hatine kirin bibîne. Divê her kes bê û kolanên Silopî bibîne. Wek nûnerên YNK'ê bi êrîşê dewleta Tikiyê a hember herêmên Kurdistanê me xemgîn kir. Lê belê berxwedana gel yê bi vîna xwe û parastinê me kêfxweş dike. Ev vînek pîroze û hêz dide mirov. Em ê nêrînên xwe li her derê Ewropayê parvebikin."
'Dewleta Tirkiyê pêvajoya aştî bi dawî kir'
Nûnera KNK'ê Shahla Hafîal jî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê pêvajoya aştî bi dawî kir û dest bi şer kir û wiha pêde çû, "AKP'ê ne tenê li Bakûrê Kurdistanê di heman demê de li Rojava û Başûr jî piştgirî da çeteyên DAIŞ'ê. Li her çar alî êrîş dibe ser gelê Kurd. Êrîşên giran hem di warê fîzîk hem jî psîkolojî de hember gelê bakûrê Kurdistanê pêk tîne. Sedema hatina me ji Bakûrê Kurdistanê re, êrîş û hovîtiya dijmirov yê ku tê pêk anîn ji nêz ve şopandine û ji raya giştî a cîhanê re raghandine."
'Armanc dikin Kurdan di şexsê jinan de xilas bikin'
Shahla bilêvkir ku dewlet bi êrîşên xwe Silopî tev tar û mar kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji ber min berê jî dîtibû, rewşa niha min xemgîn dike. Dema li helwesta gel dinêrim hêzek mezin distînim. Mirov çawan dikarin ewqas bi hêz ser piyan bisekinin û bi vîna xwe berxwe bidin. Armanc dikin Kurdan di şexsê jinan de xilas bikin. Ji ber vê bi taybet êrîşê jinan dikin. Dixwazin vîna jin bişkînin. Lê êrîş vegûherî hêzbûna vîna jinan yê parastinê. Jinên Silopî bi gotina 'em natirsin' hêz didin."
(rc)