Fermandara YPS-JIN: YPS garantiya xweseriya demokratîk e
09:12
JINHA
ŞIRNEX - Fermandara YPS-JIN Yildiz Cûdî, derbarê berxwedana xwerêveberina gel a li hember êrîşên dagirkeriyê nirxand û got, "Divê vîna ku her dem di bin zilma netew-dewleta Tirkiyê de dima helwesta xwe dane holê. Êdî gelê Kurd bi nasname, ziman û çanda xwe dixwaze xwe bi rêve bibe. Ev têkoşîn li hember dagirkerên mafin. YPS garantiya xweseriya demokratîke. Çawan ku çeteyên hov DAIŞ bi rûhê berxwedanê têk çû, aqubeta AKP'ê jî dê ev be."
Ji Fermandara YPS-JIN a Şirnexê Yildiz Cûdî derbarê berxwedana xwerêveberinê û êrîşê dewletê hember berxwedanê û pêkanîna dagirkirinê de ji ajansa mera nirxandinên girîng kir. Yildiz di despêka axaftina xwe de berxwedana gelê Kurd silav kir û wiha got, "Gelê Kurd berxwedana xwe di çerçoveya xwerêveberinê de pêk anî. Formûlasyona xweseriya demokratîk jî xwerêveberin armanc dike. Ev yek ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyê tê çi wateyê divê em ser gotûbêj bikin. Pergala desthilatdariyê xwe bi netew-dewlet rêvedibe û vîn, çand û zimanên gel ên cuda napejrîne. Li gel vê yekê gelên ku li hember vê pergalê berxwe bidin rastî êrîşên bi tund tên."
'Gel dexwazên xwe yê azadî bi xwe rêxistinkirinê dertîne holê'
Yildiz da zanîn ku di salên dawî de mafê gel hîn zêdetir ji aliyê pergalê ve tê binpêkirin û got li hember vê yek gel dexwaza gel yê azadiyê zêdetir bûye û wiha domkir, "Li tevahî cîhanê ev yek dertê pêş. Li van herêman jî li hember êrîş û biçûk xistinê gel ji bo ziman û çanda xwe bide jiyandin dest bi têkoşînê dike. Li Emarîka, Hîndîstanê û gelek welatên cuda jî em mînaka vê yekê dibînin. Li hin welatan federasyon, hin otonomî û hin jî bi aweyek kanton xwe bi rêxistin dikin. Ev yek însîyatîfa dexwaza gel yê azadiyê diyar dike. Em vê yekê wek dexwazê azadiyê bi nav dikin."
'Li Bakûrê Kurdsitanê berxwedana navnetewî pêk tê'
Yildiz anî ziman ku berxwedana gel bi taybet li Bakûrê Kurdistanê xwedî wateyek cûda ye û wiha berdewam kir, "Berxwedana ku îsal di şexsê Cizîr, Sur, Nisêbîn, Silop, Kerboran û Dêrikê derketî pêş gelek bi wateye. Ev berxwedan xwedî wateyek navnetewiye. Gelê Kurd êdî dixwaze bi ziman, nasname û çandê xwe xwerêvebibe. Ev seknek navnetewî ye. Gelê Kurd bê ku dagirkerî û qirkirin pêk were dixwaze axê xwe birêvebibe. Di nava vêde aborî, çand, hiquq, tenduristî û tevahî pêdiviyên jiyanê cih digre." Yildiz qala asta berxwedanê li tevahî Tirkiyê kir û wiha vegot, "Berxwedana xwerêveberin aliyek a jiyanîkirina demokrasî li Tirkiyê heye. Nasname, ziman û baweriyên cuda ên li Tirkiyê dijîn divê di rêgezên demokrasiyê de bên teşekirin. Divê vîna ku her dem di bin zilma netew-dewleta Tirkiyê de dima helwesta xwe dane holê."
'Berxwedanî ji bo tevahî gelane'
Yildiz got, "Gelê Kurd êdî bi zimanek din perwerde naxwaze, di saziyên teduristiyê xwe de dixwaze xwe derman bike. Gelê Kurd êdî zilma aboriyê napejrîne û li hember bişavtinê têdikoşe. Ev sekenek netewiye. Rêveberiyê Navendî tevahî maf û dexwazê gel bin pê dike û dixwaze tune bike. Ên ku li hember vê pergalê disekine jî tê qetilkirin." Yildiz destnîşan kir ku berxwedana xwerêveberin bi hinek cihan re sînordar maye û wiha pêde çû, "Di warê encam girtinê de refleksek lewaz tê dîtin. Ev lewazî li tevahî Tirkiyê heye. Hîna ji dewletê hêvî kirin û ji dewletê dexwaza rakirina qedexeyan ne raste. Li hember êrîşan bi şermezar kirinê û refleksên lewaz nîşandan rêve naçe. Tenê bi berxwedan em dikarin van êrîşan têk bibin."Yildiz balkişand ser Cizîrê û bilêvkir ku divê peyamê dewletê ya ku li Cizê daye baş were famkirin û wiha got, "Dewlet li Cizîrê ji gelê Kurd re got 'ez vîna te nasnakim, tehmûla min ji vê yekê re nîne.' Li hember vê yekê divê em rêxistinbûna xwe bi hêz bikin."
'YPS garantiya xweseriya demokratîk e'
Yildiz anî ziman ku dewlet hember vîna xwerêveberinê êrîşên giran pêk anî û wiha pêde çû, "Dixwaze van herêman yek bi yek ji holê rake. Lê rastî barîqat û xendekan hat. Rastî parastinê nirx hat. Li hember her êrîşek parastin pêk tê, ev yek di xwazya mirovan de heye. YPS'e xwedî rola parastinê ye. YPS'e parazvanê nirxê gelên Bakûrê Kurdistanê ye. YPS garantiya xweseriya demokratîk e. Têkoşîna gelê Kurd hember dewleta Tirkiyê êdî bi rêxistin bûye." Yildiz diyar kir ku rolê YPS-JIN gelek girînge û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di pergala xweseriya demokratîk de jin cihek girîng digre. Her wiha li hember pergalê jin hîn zêdetir zilm û êş dîtiye. Ji ber vê yekê YPS-JIN rastî eleqeyek mezin ji aliyê jinan ve tê. Piştî avabûna YPS-JIN vîna jin jî gelek bi hêz bûye. Baweriya jin hember vê pergalê hîn zêdetire. Armanca me berfireh kirine. Ji ber vê dewlet êrîşê hêzê jin dike. Teşîrkirina bedena jinan peyamek ji tevahiya jinan re ye. Di vê peyamê de dibêje ên ku serî hildin dê bên vê rewşê. Em jî wek YPS-JIN li hember vê peyamê rêxistinbûna xwe berfirehtir dikin û hîn zêdetir tevlî berxwedanê dibin."
'Dawiya AKP'ê dê wek DAIŞ'ê be'
Yildiz di dawiyê de da zanîn ku AKP'ê bi pratîka xwe dixwaze tirs di gel de pêş bixe û wiha got, "Vê bi qetilkirin û êrîşên giran xwest bike. Ev rêbazê şerê taybete. Ev têkoşîn li hember dagirkerên mafin. Çawan ku çeteyên hov DAIŞ bi rûhê berxwedanê têk çû, aqubeta AKP'ê jî dê ev be."
(rc)