TEV-ÇAND'a Rojava amedekariya 8 Adarê dike
10:34
JINHA
KOBANÊ - TEV-ÇAND'a Rojava ji niha ve dest bi amadekariyên 8'ê Adarê kir. Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido ku li Kantona Kobanê birêxistin bûye û xebatên çand û hunerê dide meşandin dixwazin di çarçoveya çalekiyên 8'ê Adara îsal de bi berhemên xwe yên cihêreng xebateke balkêş pêşkêş bikin. Bi vê mebestê sê kom hatine birêxistinkirin û komên mijara gotinê ji niha ve dest bi proveyên xwe kirine.
Hate hînbûn ku dê sê kom yên girêdayî Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido derkevin ser sehneyê ku yek ji wan Koma Ş. Şîlan a zarokan e, koma Ş.Perwîn û Koma Ş. Dîcle jî amedekariyê xwe dikin û dixwazin bernameyên baş derxin holê. Di çarçoveya plansaziya Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido de xebatên folklor, stran û şano jî heye.
(rê/en/rc)