'Divê jin mafê xwe nasbike'
10:39
JINHA
TIL TEMIR - Komek ji endamên Jin ên PYD'ê li gundê Eyn Elebîd ji bo jinan di derbarê mafên jinê de civîn li darxist.
Koma Jin a PYD'ê di çarçoveya bilindkirina asta nasîn û têgihiştina jinan di derbarê maf û zagonan de, li gundê Eyn Elebîd yê ser bi Til Temir civînek birêvebirin. Di civînê de Hemdiye Sebrî rêvebera PYD'ê ya Til Temir axivî. Hemdiye Sebrî girîngî û naskirina maf anî ser ziman û wiha axaftina xwe domand: "Divê ku jin di serî de mafê xwe binasin û li mafên xwe xwedî derkevin. Wiha jî dikarin xwe birêve bibin. Lewma em ji jinan dixwazin ku zilm û neheqiyê li ser xwe nepejrînin. Bi vê yekê re dikarin vîna xwe bidest bixin."
Hemdiye di berdewamiya axaftina xwe de bendên ku mafên jinê dihewîne di zagonên Xweseriya Demokratîk de bi bîr xist û wiha got: "22 bend di zagonên Xweseriya Demokratîk de bi taybet ji aliyê jinan ve hatî amede kirin û mafê jinan diparêzin. Lewma em dibêjin ku jin divê mafê xwe hemuyan bizanibe. Ev bend tev ji hêla jinê ve û li gor pêwîstî û berjewendiyên jinê amade bûne."
Jinên gundê Eyn Elabîd kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina civînê anîn ziman û spasiya komê kirin.
(ja/en/rc)