Koma Bîsîklet a Jinên Afgan ber endama Nobelê hat nîşandan

11:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganîstanê ku bikaranîna bîsîkletê ji bo jinan qedexeye, Koma Bîsîkletê a Jinan qalibên zîhniyeta desthilatdariyê hildiweşîne. Koma jinan di sala 2016'an de berendamên Nobelê hatin nîşan dan.

Bi piştgirî û destnîşana 118'e Parlemênterê Îtalya yê Koma Bîsîkletê a Jinan bûn ber endamên Nobelê a sala 2016'an. Bi giranî li Afganîstanê siwarbûna jinan a bisîkletê qedexe ye, lê jin li hember qedexeyan serî hildidin. Ji ber ku jin li Afganîstanê bisîklet dajotin rastî gef û tacîzê tên. Jinên ku hember zîhniyeta desthilatdariyê têdikoşin bi ajotina bisîkletan xwe azad dikin.

'Em dixwazin qalibên civakê bişkenin'

Li gorî nûçeya Totalwomenscling'in Serokê Koma Bisîklêtan Zehra Hussaini diyar kir ku ew li hember qalibên civakê ên ku dibêjin "Jin nikarê derê derve" , " jin nikarê bisîklet bajo û nikarê sporê bikê" têdikoşin.

Belgesela Koma bisîkleta jinan hat çekirin. Di belgeselê de jinan nêrîna xwe anîn ziman û yek ji wan wiha got, "Dibêjin me, jin nikare bisîkletê bajo û mafê wan nîna. Em jî dibejin ajotina bisîkletan mafe me ye jî." Jinak din a ajokara bisîklet jî wiha dibejê: "Gava em bisîklet dajon gel matmayî li me temaşe dikin." Jinek din wiha got, "Bi rastî ev hişmêndiya li hember ajotina jinan bûyerek tirsnake." Her wiha jina din jî wiha got, "Hinek jin tenê bawer dikin ku karê mal û çêkirina xwarinê yê wane. Dibêjin me ajotina bisîklêta pêşeroja jinan xira dike. Eger em gotinên civakê guhdarbikin divê em ji mal dernekevin."

(dt/rc)