Emel bû bilûka dîwarên berxwedanê...

11:47

JINHA

ŞIRNEX - Apê Emel Ayhana ku di jêrzemîna wehşetê de li Cizîrê hatî qetilkirin Yahya Ayhan qala berxwedana Emel kir û wiha got, "Wîjdanê Emel li hember zilma ku li Kurdistanê tê pêk anîn negirt. Dixwast ew jî li hember zilmê bibe bilûkek a berxwedanê û hat Kurdistanê."

Emel Ayhana ku di jêrzemîna wehşetê de li Cizîrê hatî qetilkirin, piştî ku cenazeyê wê li Saziya Tipa Edlî a Silopî hat teşhîs kirin radestî malbatê hat kirin. Emelê ku hîna 16'e salîbû, xwendina lîseyê di nîvî de hêşt û ji bo hevgirtinê bi gelê Cizîrê re derket rê. Emel li pay xwe xeyalên xwe ên azad hêşt. Malbatê Emel ên ku hatin cenaze bigrin qala jiyana Emel kirin.

Meta Emel Rabîa Ayhan got, "Li gel ku 16'e salîbû hem dixwand hem jî dixebitî. Jêhatî û zanebû. Emel berî niha qezayê tirafîqê derbas kiribû. Di wê qezayê de bavê xwe wenda kiribû. Jiyana xwe ji sedî 70'î bi rapora astengdarî re derbas kir. Wendakirina hiş yê demkî jiyan kir. Di pêvajoya tedewî de xwe komî hev kir. 6 xweşken wê hene."

'Kesê dibêje ez mirovim van kûlîlkana qetil dike?'

Rabîa diyar kir ku Emel tevî 23'ê hevalên xwe ji bo hevgirtin bi gelê Cizîrê re ket rê û wiha domkir, "15 rojin em bajar bi bajar li cenazeyên xwe digerin. Em çûn Mêrdîn û Amedê. Di roja dawî de ji jêrzemînê bi dayîka xwe re peyivîbû. Ji dayîka xwe re gotibû 'Em çar kes sax mane, tevahî hevalê me qetilkirin, werin me xilas bikin'. Bû êvar ser navê Derya Koç ew tevlî televîzyonê bibû. Me ji dengê wê naskir. Ji wê rojê û pêve me nama dengê wê girt. Divê xwîna van mirovan li erdê nemîne. Kesê dibêje ez mirovim van kûlîlkana qetil dike?."

'Wîjdana Emel dest neda'

Apê Emel Yahya Ayhan jî wiha got, "Emel bê bav mezin bû. Lîse dixwand, li hember zilma ku li Kurdistanê tê pêk anîn wîjdanê wê dest neda. Dixwast ew jî li hember zilmê bibe bilûkek a berxwedanê û hat Kurdistanê. Di hevdîtina me yê dawiyê de gotibû nêzî 40 hevalên wan şehît ketine û ew tevî çend hevalê xwe sax mane. Cenazeyen ku nîşanî me kirine tev hatine şewitandin. Xendek kirin hincet û bi top û tangan êrîşê gelkirin û komkujî pêk anîn. Çima bedenê mirovan dişewitînin? Emel ji bo serî li hember vê zilmê hilde hat Kurdistanê."

(rc)