'Ev kongre dê bibe biryardariya têkoşîna hember desthilatdariyê'
12:12
JINHA
RIMÊLAN- 6. Kongreya Yekîtiya Star bi durûşmeya 'Bi Jina Azad Ber bi Sûriya Demokratîk ve' duh li salona Çand û Huner a Aram Tîgran yê bajarê Rimêlan destpêkir. Kongre îro jî bi coşek mezin didome. Di derbarê kongreyê de delegeyan çavdêriya xwe anîn ziman.
Berpirsa Karên Derve a Yekîtiya Star Nûjîn Yusûf di serî de coş û kelecana xwe ji tevlîbûna kongreyê anî ziman û kongre li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevahiya jinên di çeperan de şer dikin pîroz kir. Nûjîn nêrînên xwe ji bo kongreyê wiha ravekir: "Coşa vê kongreyê pir cuda ye. Ji ber rewşa siyasî ya niha pir hesas e. Li Efrîn, Ezaz û Şedadê şer diqewime û tevgerên demokratîk her diçe pêşve diçin. Em wek Yekîtiya Star jî bi kongreyê re ber bi guhertineke siyasî-civakî ve diçin. Ji Yekîtiya Star tê xwestin ku xebatên jinê yên heyî bihêztir bike. Kongre vê peyamê dide. Em ber bi civakeke demokratîk-ekolojîk û azadiya jinê ve diçin. Ev kongre dê vebûna di asta Rojava û Sûriyê de berfirehtir bike."
Nûjîn Yusûf bal kişand ser êrîş û qetlîamên li ser jinan û helwesta kongreyê li dijî zihniyeta dagirker û got, "Hîna li ser jinan bi destê çeteyan û zihniyeta paşvero ya civakê qetlîam pêktên, ev kongre dê bibe biryardariya têkoşîn li dijî vê zihniyetê, dê ji bo pêşîgirtinê têkoşîn bike."
Rêvebera Yekîtiya Star Şehnaz Samî ji bo kongreyê got: "Di Kongreya me de ji Kantonên Kobanê, Cizîrê, her wiha Şam, Lûbnan, Başûrê Kurdistanê û ji derve jî mêvan hatine. Lê ji ber rewşa ewlekariyê û dorpêça li ser Efrîn û Helebê û şerê li Bakûr, delegeyên me ji wir nehatin. Armanca me ji vê kongreyê tevahî jin ên Rojava û Sûriyê tevlî xwe bike. Em dixwazin Sûriyeyek demorkatîk saz bikin. Dirûşmeya me jî li ser vê bingehê ye. Bi yekîtiya jinan re wê civak azad bibe. Jin wê bi rêxistinbûnê bikaribin ber bi azadiyê ve gav biavêjin."
Seroka Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî jî nêrînên xwe wiha anî ziman, "Em bi hatina ewqas jin ji Rojava, Sûriyê, Başûr, Şengal û Ewrûpa kêfxweş in. Em bi vê kongreyê dixwazin pergala Yekîtiya Star firehtir bikin da ku bibe sîwaneke tevahiya jinan. Di warê guhertin û pêşxistina jinê de jî xebat werin bilindkirin. Heyvpeymana me vê yekê armanc dike. Em bangewazî li jinên Rojhilata Navîn dikin ku bêtir xwe birêxistin bikin.Welîde Botî bal kişand ser êrîşên li beramberî sîstema Xweseriya Demokratîk ku navenda wê jin e û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li beramberî van êrîşan pêwîstî heya jin têkoşîneke xurt û hevbeş bidin."
Berpirsa Dayîkên Aştî a Kantona Kobanê Ferîde Ehmed hestên xwe bi me re par ve kir û di serî de kongre li jinên azad pîroz kir û got, "Bila tevahiya jinên cîhanê jina Kurd ji xwe re mînak bigrin. Jinên Kurd bi qehremanî xwe kirin mertal ji bo axa welatê xwe. Vê kongreyê li Rêber Apo û tevahiya jinên bakûrê Kurdistanê yên dil bi êş pîroz dikim. Asta heyî bi destê Rêber Apo û gerîlayên jin derkete pêş. Em ê bi vê mîrateyê têkoşîna jina azad bilind bikin."
(kom/rc)