6. Kongreya Yekîtiya Star bi nîqaşên girîng didome

12:35

JINHA

RIMÊLAN- 6. Kongreya Yekîtiya Star ku bi dirûşmeya 'Bi Jina Azad ve Ber Bi Sûriyeya Demokatîk ve' duh li navenda Çand û Hunera Aram Tîgran bi beşdairya 250 delegeyan despêkir, îro bi nîqaşên girîng didome.

Di nîqaşên ku duh piştî xwendina rapora xebatê ya du salan a Yekîtiyê destpêkir, heya niha nîqaş didomin. Di beşê yekem de rewşa siyasî ya Kurdistan û cîhanê hate destgirtin. Delegeyên ku axivîn serketina QSD'ê û bandora wê li ser siyaseta cîhanê anîn ziman. Herwiha rola jin di pêşxistina siyaseta demorkatîk de hate nirxandin. Êrîşên dewleta Tirk ên hovane bi ser gelê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî mijareke berfireh a nîqaşan bû û ev kiryarên dewletê bi yek dengî hatin mehkûmkirin. Di vê navberê de nêzîkatiy PDK'ê ya ku bi eşkeretî piştgîriya siyasetên AKP'ê dike û li cem dijminên gelê Kurd cih digre hate bidestgirtin û rexnekirin.

Di beşa nîqaşa rêxistinî de ku hîna didome piranî li ser pirsgirêkên kar û xebatê û herwiha rêyên çareseriyê gotûbêj têne kirin. Xala ku herî zêde delegeyan tînin ser ziman jî ew e ku ger çareseriyek li Sûriyê pêş bikeve divê jin cihê xwe tê de bigire û ne li kêlekê be.

Tevlîbûna hemû pêkhateyan ji 6. kongreya ya Yekîtiya Star re moraleke mezin daye avakirin. Her delegeyên ku ji qadên cuda hatin pirsgirêkên xwe yên heremê di rewşa rêxistinî de bi cesaret parve kirin û li çareseriyê geriyan. Baweriya ku kongre daye avakirin her pêkhateyek cuda jî nêrînên xwe û şîroveyên xwe yên cuda parve dikin.

Herwiha di axaftinan de jinan îşare bi rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşxistina têkoşîna jinê ku ji şoreşa Rojava re bûye bingeh û dane zanîn ku ev hêz û bawerî hemû ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wergirtine. Axafvanên kongreyê berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê silav kirin û dane zanîn ku ew ê heya serketinê li kêleka jinên berxwedêr ên li Bakûr cih bigrin.

Heya vê seatê nîqaş didomin. Dê piştî dawîbûna rewşa rêxistinî hevpeymana Yekîtiya Star were xwendin. Ev hevpeyman ji hêla komîteya amadekar a Kongreyê ve hatiye amedekirin û wê pêşkêşî delegeyan bibe. Di berdewamiya rûniştina îro de tê payîn ku pêşnûmebiryar bikeve nîqaşê, plansazî were çêkirin û hilbijratin were kirin û wiha dê kongre îro di seatên êvarê de bidawî bibe.

(kom/rc)