Li Endonezya hember sansûrê kampanya civakî hat despêkirin
14:34
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Endonezya yê piştî ku pêşbirka bedewiyê a ku ji aliyê jinan ve bi cil û bergên gelerî pêk hatibû, hat sansûr kirin. Dea Basorî a (23) li hember zîhniyeta mûhafezekar wêneyên dîrokî parvekir û li ser tora civakî kampanya da despêkirin. Dea ya ku ji ber kampanya hesabê wê a Facebook hatî girtin got, "Divê van wêneyan ne pronografîk, ne bifikar û ne jî sosret bên dîtin. Berovajî divê civak hişmendiya xwe a li hember zayendiya jinê bigre dest. Divê wek payek a dîrokî bibîne."
Li gorî nûçeya Asîan Correspondent, li Endonezya di 20'ê Sibatê de pêşbirka bedewiyê a cil û bergên gelerî hatine pêşandan. Ji ber di pêşbirkê de çîqê jinan hatî xuya kirin pêşandan hatî sansûr kirin. De Basori a ku li hember sansûrê ser tora civakî kampanya daye despêkirin duh ji aliyê navenda Facebookê hatî girtin.
'Çanda jinên Endonezya a rast parvekir'
Li hember sansûrkirina pêşbirkê Dea Basorî bi parvekirina wêneyên jinên Endonezya bûyerê protesto kir. Kampanya ku bi navê "Çanda jinên Endonezya a rast" parvekirî di nava 24 saetan de 3 hezar car hat parvekirin.
'Tenê min çavkaniyên dîrokî parvekir'
Dea diyar kir ku parvekirinên wê 50 car bi hinceta 'naverok bi fikare' hatî gilîkirin û wiha got, "Ji bo ku ez hesabê xwe yê Facebookê vekim divê dexwazname binvîsim. Wêneyên ku min parvekirine li her derê înternetê tê parvekirin. Tenê tiştê min kirî wan wêneyan min anî gel hev. Li aliyê din ev perçeyek ji dîrokê mene. Ji bo ez li dijî sansûrê derêm û bêjim 'hûn çanda kê diparezi' min parvekir. Ma qey ew çand û hişmendiya Endonezyayê diparêzin ango nîşan dikin?."
Dea zîhniyeta mûhafezakar yê li Endonezya heyî rexnekir û wiha domkir, "Çima jiyan li dora jin tê girtin û li mêran nayê girtin? Em reklam û wêneyên mêrên tazî jî dibînin. Çima yê mêr nayê girtin lê ewqas astengî ji jinan re tê derxistin. Bi çavê zîhniyeta zayendîperest li jinê tê nêrîn. Wêneyên ku min berhev kirine wek nirxê dîroka Endonezya yê dibînim .Divê van wêneyan ne pronografîk, ne bifikar û ne jî sosret bên dîtin. Berovajî divê civak hişmendiya xwe a li hember zayendiya jinê bigre dest. Divê wek payek a dîrokî bibîne."
Dea polîtîkayên çewsandinê rexnekir û wiha dawî li gotina xwe anî, "Divê di dîroka Endonezya de gel bên zanekirin û mirovên bi meraq tevdigerin neyên çewsandin."
Li ser navnîşana http://herewewere.com/women-of-indonesia/ dikarin xwe bighînin wêneyan.
(dt/rc)