Îslam bi merasîmek girseyî oxir kirin
15:23
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê xebatkarê Çand û Hûnera Mezopotamyayê Îslam Balikesir yê ku li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hatî qetilkirin ji aliyê sedan welatî ve hat oxir kirin.
Li Cizirê jêrzemina wehşetê da bi sedan kes ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatin qetil kirin. Xebatkarê Çand û Hûnera Mezopatamyayê Îslam Balikesir jî di jêrzemînê de hat qetil kirin. Cenazeyê Îslam ji aliyê sedan welatiyên Colemêrgê ve li Goristana Karşiyakayê hat oxir kirin. Di ser Cenazeyê Xebatkarên Çand û Hunera Mezopatamyayê der barê Îslam de axivin û diyar kirin ku ew ê heya ku hebin dê ji mirovahiyê berxwe bidin û ani ziman ku Îslam dê bibe rehberê jiyana wan.
Parlementerên HDP'ê ya Colemêrgê Selma İrmak û Nihat Akdogan ji tevlî merasimê bûn û di cenazeyê de Parlementera HDP'ê Selma İrmak axivi. Selma da xuya kirin ku ew ê nekaribin bi êrîşan gelê Kurd xilas bikin û wiha domkir, "Hevalê me Îslam bi ciwantiya xwe bu ye rûmeta gelê kurd Îslam dê rêveberiya jiyanê me û xebatan me bike ew nikarin bi van êrişên hovane ve hêza me vîna me têk bibin bila dijminê xwinxwar yê hov bizane ku heya yek kes ji me bimine em ê berxwe bidin em tu car dev ji berxwedanê xwe û parastinê bernadin. Em soz didin malbata Îslam û gelê xwe. Serê malbata me û gelê me sax be."
Pişti axiftinan Xebatkarên Çand û hûnera Mezopotamyayê ser Goristana Îslam lawij gotin piştî lawijan gel berê xwe da kona sersaxiyê.
(zyd/rc)