Bernameya 8 Adarê ya Amedê hat eşkere kirin
15:33
JINHA
AMED - Kongreya Jinên Azad(KJA) û hevgirên wê bi dirûşma "Jin bo Rêberê xwe û azadiya xwe dê li ber xwe bidin" dest bi xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê kir û bernameya ku dê 8'ê Adarê li Amedê bê lidarxistin aşkere kirin.
Kongreya Jinên Azad(KJA) û hevgirên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameya çalakiyên ku dê li Amedê bên lidarxistin li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr bi civîneke çapemeniyê aşkere kirin. Di daxuyaniyê de ji Koordînasyona Amedê ya KJA'yê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku dê xebatên xwe yî 8'ê Adarê bi ruhekî seferberî bikin.
Zubeyde a ku berxwedanên xwerêveberiyê yên li Cizîr, Sûr, Silopî, Nisêbîn, Gimgim û Farqînê didomin silav kir û anî ziman ku li hemberî hemû hovîtiyan gel îradeya xwerêveberiyê dide der û di dema van êrîşan de AKP ji ber dijminantî û nifirîna xwe yî li hemberî jinê, li nêv kuçeyan jinên ku qetil dike teşhîr dike. Her wiha Zubeyde bi bîr xist ku di 8'ê Adara 2016'an de dê bi dirûşma "Jin bo Rêberê xwe û azadiya xwe dê li ber xwe bidin" li qadan bin û xwedî li berxwedanê bikin.
Zubeyde got, "Em jin çawa ku deyndarê Clara Zetkîn, Sara, Rojbîn, Leyla, Sêvê, Fatma, Pakîze û jinên ku pêşengên têkoşîna azadiyê ne, îro xwedî derketina li Rêberê me yê ku jina kurd ji kolekirinê rizgar kir, berpirsiyariya me hemû jina ye."
Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê yên dê li navenda bajêr û navçeyên wê bên lidarxistin wiha ye:
Navenda Bajêr
- 28'ê Sibatê saet di 19.00'an de dê ji ber KCD'ê heta AZC Plazayê meşeke bê lidarxistin.
Peyas
- 5'ê Adarê saet di 17.00'an de ji Paraka Rojava heta Parka Ekînê dê meşeke bi meşaleyî bê lidarxistin.
Sûr
- 3'yê Adarê saet di 14.00'an de dê meşeke bi erbayeî bê lidarxistin.
- 4'ê Adarê saet di 19.00'an de dê nepox û fener bên firandin.
Yenîşehîr
- 2'ê Adarê saet di 12.00'an de dê li Gundê Fariyê meşa bi erbaneyî bê lidarxistin.
- 4'ê Adarê saet di 13.00'an de dê li Meclîsa Taxa Şehîtlikê meş bê lidarxistin.
- 6'ê Adarê saet di 15.00'an de dê ji ber Mala Gel a Azîziyeyê beşek bê lidarxistin.
Erxenî
- 4'ê Adarê saet di 13.00'an de dê li Navenda Çand û Hunerê ya Sakîne Cansiz bê civîn û meşek bê lidarxistin.
Licê
- 5'ê Adarê dê li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê ber bi çarsiyê ve meşek bê lidarxistin.
Rezan
- 6'ê Adarêsaet di 13.00'an de li Parka Şeyh Şamîlê dê meşek bê lidarxistin.
Çinar
- 3'ê Adarê saet di 13.00'an de dê li Qada Bajêr meşek bê lidarxistin.
Bismil
- 6'ê Adarê saet di 13.00'an de li Parka Jinê ya Rojê meşek bê li darxistin
Karaz
- 5'ê Adarê saet di 12.00'an de dê meşek bê lidarxistin.
Pasûr
- 7'ê Adarê li navenda navçeyê dê meşek bê lidarxistin.
Farqîn
-5'ê Adarê saet di 12.00'an de dê ji ber Şaredariya Farqînê meşeke bi erbaneyî bê lidarxistin.
Pîran
- 6'ê Adarê Saet di 13.00'an de dê meşek bê lidarxistin.
Hênê
- 3'ê Adarê saet di 12.00'an de dê li navenda navçeyê meşek bê lidarxistin.
Li Gêl, Hezro, Çêrmûg, Şankuş jî di 3'yê Adarê de saet di 13.00'an de meş bên li darxistin.
(rc)