Sakîne û Dersîm li ser milê jinan hat oxirkirin

18:00

JINHA

ÊLIH-MÊRDÎN - Cenazeyê xwendekara zanîngehê Sakine Şiray û Dersîm Aksay a ku di jêrzemîna wehşetê de li Cizîrê hatine qetilkirin, Sakine Şiray li Êlihê û Dersîm Aksoy jî li Mehserta Mêrdînê ser milê jinan hatin oxir kirin.

Xwendekara zanîngehê Sakîne Sîray a di jêrzemîna hovîtiyê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê de hat qetilkirin, li Êlihê bi merasîmek cenazeyê ya tevlîbûna bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Cenazeya Sakîne Sîray bi karwanek wesayîtan ve li Tesîsa Bardakçilar hat pêşwazîkirin. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê, Hevşaredarên Êlihê, Hevserok û rêveberên DBP û HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, hevbirên KJA û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Dema girse cenaze hilgirt, jin daketin kolanan û dikandaran kar berda, Sakîne silav kirin. Di meşa ku dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Cizîr/Sûrê”, “Rêheval Sakîne Nemir e”, “PKK/YPS Tolhildan” hatin berzkirin de tevî wêneyên Sakîne, malbatê siniya hineyê ya bi rengê kesk, sor û zer hatî xemilandin jî rakirin. Piştî wecîbeyên olî yên li Goristana Asrî, merasîma cenaze hat lidarxistin.

'Heta hevrêyên wek Sakîne hebin, dijmin wê ti carî negihêjin armancên xwe'

Hevala zanîngeha ya Sakîne Sîray, Leyla Çetînkaya di merasîmê de axivî, diyar kir ku Sakîne hezkiriya çiyayên Kurdistanê bû, wiha dom kir: “Dibe negihişt wan çiyayan, lê ew çiya her tim bi hezkirina wê dê şîn bibin. Heta hevrêyên wek Sakîne hebin, dijmin wê ti carî negihêjin armancên xwe.”Dûvre bav Abdûrrahman Sîray jî wiha axivî: “Ew ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya vî gelî çû Cizîrê. Ez di şexsê xwe de ji ber min deng neda dengên wan wek Kurdekî ez lêborîna xwe dixwazim. Şehîdên me, bi taybet jî şehîdên di jêrzemînên Cizîrê de bila me efû bikin. Bang li gelên cîhanê, gelê Kurd, çapemeniya cîhanê kirin… destnîşan kirin ku ji bo gelên mezlûm li Cizîrê ne. Ew ne ji bo şer, ji bo aştiyê, ji bo gelê xwe li wir bûn. Lê, bê ka dijmin çawa ew qetil kirin, tevahî cîhan bû şahid. Gelê Kurd êdî dost jî dijmin jî baş nasdike. Ji niha û şûn de divê di rêya şehîdan de têkoşîn bê meşandin. Gelê Kurd wê bibe yek û dîktatortiya hilweşîne.”

'Şehîd rûmeta mene'

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî jî wiha got: “Di tevahî dîrokê de zilmkar hebûn. Dewlet zilmê dikin, gel berxwedanê pêş dixin. Bi deh hezaran mirovên şehîd ketî di rûpelên spî yên dîrokê de cih girtîne. Sakîne û hevrêyên me spartine axê rûmeta me hemûyan e.”

Piştî axaftinan jinan cenazeyê Sakîne girtin ser milên xwe, bi dirûşm û tilîliyan defin kirin. Sersaxî wê li Mala Şînê ya Korîke bê qebûlkirin.

Dersim Aksoy hat oxir kirin

Cenazeyê Dersim Aksoy ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin piştî testa DNA ya li Dîlokê ji aliyê malbatê ve hate wergitin û anîn Morga Nexweşxaneya Qoserê. Piştî karên fermî ji aliyê gelek kesan ve cenaze hate wergirtin û anîn gundê Fafê ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê.

Konvoya cenaze de têketina gund de ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Piştî kontrola nasnameyan cenaze birin goristana gund. Cenazeyê Dersim ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin cihê ku bê definkirin. Dema nimêja cenaze de leşkeran laçika kesk û sor û zer a li ser darbestê kirin hincet û hewl dan ku mudaxale bikin. Piştî rageşiyeke demkurt cenaze bi duayan hate definkirin.

Hevserokê MEYADER'ê yê Mêrdînê Abdullatîf Teber li vir axivî û diyar kir ku gelê kurd wê tu caran teslîmbûnê qebûl nekin û yên ku li dijî zilmê bêdeng bimîne jî serê xwe bitewîne jî pêdiviya misilmantiyê bi cih neyne. Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim jî got ku ev zilm tu caran nayê qebûlkirin û xwedê jî vî zilmê qabûl nake û wiha pêde çû, "Bila bizanibin ku gelê kurd wê tu caran li ber wan wê serê xwe netewîne."

Piştî axaftinan ji malbatê re sersaxî hate xwestin.

(dt/rc)