Tolhildan Goyî: Çawa goşt û nînok bê hev nabin, jin û parastin jî bê hev nabin
09:01
Şengar Biradost/JINHA
KERKÛK - Fermandara YJA-STAR'ê Tolhildan Goyî diyar kir ku hesabê pergalê desthilatdariyê hember jinan pûç bûye û wiha got, “Em wek hêzên YJA-STAR'ê ji bo jinan li Başûrê Kurdistan pêwîstiya birêxistin kirina parastina cewherî û avakirina paratina rewa wek çareseriya tevahî pirsgirêkan dibînin.”
Fermandara YJA-STAR'ê Tolhildan Goyî li eniya şer a Bajarê Kerkûk li Başûrê Kurdistanê derbarê têkoşîna jinan, pîrozbahiya 8'ê Adarê îsal û herweha li ser pêwîstiya avakirina hêza parastina jin li Başûrê Kurdistan, nirxandinên girîng ji ajansa mera kir. Tolhildan destnîşan kir ku jinên Kurd pêşengî ji tevahî jinên cîhanê re dikin û wiha got, "Şoreşa Rojava mînaka herî berçave û şoreşa Bakûr jî dê bibe mînake mezintir. Şoreşên ku bi pêşengiya jin pêşketine berdêlên mezin ji bo azadiyê dane. Em bi têgihiştina 'eger azadî hêsan bûya Bêrîvan û Ronahiyan xwenedişewtiandin’ têdikoşîn."
'Teşhîrkirina bedenê jinan me ji têkoşînê dûr naxe'
Tolhildan diyar kir ku êrîşên ku li Bakûrê Kurdistan pêk tên ne ji rêzê ye û wiha domkir,"Tu têkiliya mirovahiyê bi vê rewşêre nîne. Bi taybet jî ji bo jinan. Berxwedaniya bi pêşengiya jin pêşketî berdewamiya mîrateyên dîroka kevnar ya berxwedaniya jinê ye. Ji ber ku bi dirêjahiya dîrokê jin di nav berxwedanê da bûye, lê bi berdewamî jî hêza serdest ya zilam xwastiye bi komûkjî bi perçiqandin û bi şêwazên hovane serî rakirinên jinan bi tepisînin. Lê em dibînin ku jin li hemberî wê bi her awayî bi îrade û bîr û baweriya xwe li ber xwe dide. Van şêwazên komkûjî û êrişan gav bi me nade paşda avêtin û em dest ji têkoşînê bernadin. Berovajî em zêtir bi hêrs û kîn li dijî hemû zihiniyet û paşverotiyan têkoşîna xwe bilin dikin.”
'Namûs ne bedena jinê ye'
Tolhildan got, “Zihiniyeta deshilatdarî pir car serî li rê û rêbazên derveyî exlaq û dijmirovahî daye. Ji bo jin bê deng bike, bedenê jinan teşîr dikin û dixwazin bi vî aweyî vîna jinê bişkînin. Lê êdî bila dijmin baş bizane ku namûs ne bedena jinê ye. Em bi van siyasetên qirêj ku bi tazîkirina bedena jin mirovbûna xwe dixin bin lêpirsînê, hîn zêtir xwedî li rastiya xwe derdikevin. Em ê gav paşve navêjin û têkoşîn bilindtir bikin. Divê pergala desthilatdariyê zanibe ku bi tazî kirina bedena jinan em teşîr nabin. Ji zûde ev siyaset pûç kirine. Dewleta Tirk jinên pêşeng dike hedefa xwe. Îro jin hember pergala deshilatdar têkoşîn dike. Em ê bi rêxistinbûn û hêza bîrdozî bersiv bidin pergala deshilatdariyê.”
'Ji bo me her roj bûye 8’ê Adarê'
Tolhildan derbarê roja cîhanî ya jinan 8’ê Adarê de jî wiha got, "Yê ku civak avakirî jine, gelek jinên ku xwastine van nirxan biparêzin û xwedî lê derkevin, bi fedakirina canê xwe qehremantiyê mezin kirine. Armanc ji şewtindina jinan di kargehan de ji holê rakirina hebûna jinane. Lê hesab nekiribûn ku wê di vê astê de jin xwedî li hev derkevin. Xwedî derketina jinan ji hev nîşaneyên serkeftina jinêye bi ser tevahî hêzên desihlatdar. Eger jin hebe ev jiyan heye. Eger jin hebe mirovahî heye. Em vê rojê dikin diyarî hemû jinên ku ji bo azadiyê têkoşîn dikin, hemû jinên ku serî li hember pergala deshilatdar netewandine, hemû jinên Kurd ku şerê hebûnê dikin. Rêber Apo her roj kiriye 8’ê Adarê. Em nikarin wek salên bûrî pêşwaziya vê salê bikin. Ji ber ku niha têkoşînek sertaserî bi pêşengiya jinan tê meşandin. Jinên Kurd pêşengiya jinên cîhanê dikin ji bo bidest xistina mafên xwe. Şoreşa Rojava mînaka herî berçave û şoreşa Bakûr jî dê bibe mînake mezintir. Şoreşên ku bi pêşengiya jin pêşketine berdêlên mezin ji bo azadiyê dane. Em bi têgihiştina 'eger azadî hêsan bûya Bêrîvan û Ronahiyan xwe nedişewtiandin' têkoşin dikin."
'Jin li Başûr ji rêxistinbûnê dûr dijîn'
Tolihildan Goyî ragihand ku li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên sedsalan tên jîn û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Başûrê Kurdistanê zihiniyeta baviksalarî serdeste. Ji bona vê jî rê nayê dayîn jin serî rake û bibe xwedî ziman û îrade. Pêwistya avakirina parastina cewherî li Başûrê Kurdistnê ji bona jinan pêwistya sereke be. Çawa goşt û nînok bê hev nabin, jin û parastin jî bê hev nabin. Divê em tewriya gul ji bo xwe esas bigirn. Îro giringiya parastinê ji av û nan zêtire. Nabe bendewariyên me ji zilam hebe. Birêxistin kirina jinan wek dijîjehira hember pergala mêre. Herî zêde jin ji qeyran û pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê zirar dibîne. Ji ber pergalek dijî jinê ye.”
Tolhildan qala girîngiya hêzên parastinê ên li Başûrê Kurdistan kir û wiha dawî li gotina xwe anî, "Hebûna hêzên me wek YJA-STAR'ê li Başûrê Kurdistan bu bersiva pir pirsên bi nakok ji jnan re. Di kesayetiya jinên YJA-STAR de jin hêza xweya veşartî nas dikin û li ser vê bingehê lêkolînên xwe pêşxistine û gav davêjin. Ji ber ku rastiya jin hatiye nixmandin. Her tiştek ku ne girêdayî jinê ye wek rastiya jin hatiye ferzkirin. Jinên PKK'ê hêvî û hêza jinên Başûrê Kurdistanê ne. Em wek hêzên YJA-STAR ji bo jinan li Başûrê Kurdistan pêwîstiya birêxistin kirina parastina cewherî û avakirina paratina rewa wek çareseriya tevahî pirsgirêkan dibînin.”
(rc)