Jinên Wanê amedekariya 8 Adarê dikin

09:04

JINHA

WAN - Jinên ku bi keda destê, hûnerên xwe ya çêkirina cil û kofiyên bi rengê kesk, sor û zer çêdikin diyar kirin ku ew ji bo roja xwe ya pîroz cilan amade dikin û gotin ew bi kelecanek mezin li benda roja 8'ê Adarê ne.

Jinên Wanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê cil, kofîyên serî û rîsên kesk, sor û zer amade dikin. Jinên ku ji meha Sibatê dest bi amedekariyê dikin aboriya xwe jî pêşwazî dikin. Jinên ku dibêjin em li her qadê jiyanê ne diyar kirin ku Roja 8'ê Adarê ji bo wan xwedî girîngiyek mezine.

'8'ê Adarê aboriya xwe pêk tînim û roja xwe jî pîroz dikim'

Jina bi navê Hulya Kokoçîn (58) wiha got, "Ez çend sale her tim salvegera 8'ê Adarê Roja Jinên Karkerên Cîhanê kofiyên serî û rîsên kesk, sor û zer çêdikim û 8'ê Adarê derdikevim qadan û wan tiştên ku min amade kiri difroşim jinan. Em tev hev roja xwe pîroz dikin. Bi rengê xwe yê xweşik û kurdî bi kelecanekî mazin em rojê pîroz dikin. Ez rîsê xwe dikanên taxê distînim û serê sibê heya êverê jî ez nêzik 40 rîsan hevrêsin û 2 kofîyên serî jî çêdikim."

Hulya da zanîn ku ew bi çêkirina kofiyan heman demî de aboriya xwe pêşwazî dike û wiha domkir, "Ez her tim di salvegera 8'ê Adarê de kofî çêdikim, bi vî aweyî hem aboriya xwe pêk dikim hem jî bi keyfxweşî rojê pîroz dikim. Ez dibêjim jinan bila 8'ê Adarê derbikevin qadan bi reng û dengê xwe yê kurdî. Ez 8'ê Adarê hemû Jinên kedkarên cîhanê pîroz dikim."

'Bi cil û bergên netewî derbikevin qadan'

Jina bi navê Fadîle Oral a di kargeha xwe de cilên netewî didrû jî wiha got, "Ez û sê hevalên xwe 8 sale li kargehê cilên gelerî didrûn. Em bi karê xwe keyfxweşin. Cilên netewî, cilê dayika ên cur be cur em didrûn. Dema ku 8'ê Adarê nêzik bû em pêşiya mehekê dest bi karê xwe dikim da ku cilê jinan ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê amade bikin."

'Roja Jinên kedkar pîroz dikim'

Fadîle roja 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema ku bu 8'ê Adarê jin tên û em ji bo wan cilan çêdikin. Gelek dayik ji bo keçên xwe jî cilên gelerî amade dikin. Em rojê 15'e dest cil amede dikin. Her ku diçe jin eleqeyek mezin nîşanî cilên gelerî dikin. Em jî ji bo wê roja girîng cilên bi rengê xweşik amade dikin. Em hem aboriya xwe pêşwazî dikin hem jî dilê jinan şad dikin. Her tim jin û keda destê jinê tê tune kirin li ser laşê jinê polîtîka û sîyasetên qirêj pêk tê. Divê li hember polîtîkayên qirêj di roja 8'ê Adarê de em derên kolanan û bêjin em li virin. Ez bi vê wesîleyê roja jinên kedkar pîroz dikim."

(hk-db/rc)