Yekîtiya Star wek Kongreya Star xwe birêxistin kir

11:13

JINHA

RIMÊLAN- 6. Kongreya Yekîtiya Star di roja duyem de bidawî bû, di kongrê de navê rêxistin û sembol hat guhertin.

6. Kongreya Yekîtiya Star bi beşdariya 250 delege û hejmareke zêde mêvan li salona Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Rimêlan di 25'ê mehê de hate lidarxistin û bi nîqaşên berfireh û biryardariyeke bilind du rojan berdewam kir. Di roja dawî ya kongreyê destpêkê nîqaşên berfireh li ser kar û xebatên yekîtiyê hatin kirin. Di aliyê rêbaz û xwe firehkirina rêxistinê de pêşniyar hatin. Di nirxandina rewşa rêxistinî de pirsgirêkên ku jin rastî wan tên ji aliyê jinan ve hatin gotin û nîqaşkirin. Di nirxandina vî beşî de Endama Heyeta Rêveberiya TEVDEM'ê û Komîteya Amadekar Kongreya Yekîtiya Star Hanîfe Huseyîn di kongreyê de axivî û wiha got, "Di civaka me de hîna jin ji kevneşopiyên ku serdestan di kesayeta wê de li ser civakê ferz kiriye, rizgar nebûye. Ji bo vê yekê hîn jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Xwesteka me wekî jin ew e ku em jiyaneke azad biafirînin, me ji bo vê xwestekê jî pir bedel dane, lê ji bo ku em bigihîjin armanca xwe û em jineke azad, civakeke azad ava bikin divê em her tiştî bixin xizmeta vê rêyê. Xwerêxistinkirin û kesayeta xwe sererastkirin jî serkeftina vê rêyê ye."

"Bi jinan re dê pergala netewa demokratîk pêş bikeve'

Henîfe derbarê rola Yekîtiya Star a di nava civakê de nirxand û wiha got: "Li Rojava nasnameya her jinekê Yekîtiya Star e, di her qadê de jin di bin sîwana Yekîtiya Star de kar û xebatê dike. Ji bo ku em hîn bêhtir vê Yekîtiyê xurt bikin pêwîste em hemû jinên ji pêkhateyên din jî bi rêxistin bikin û têkîliyê bi wan re xurt bikin. Yekîtiya netewan wê bi yekîtiya jinan re çêbibe û ev yek pir girînge. Bi jinan re dê pergala netewa demokratîk pêş bikeve. Ev yek bi kedê tê kirin, bedena ku kedê jî nede, mêjiyê wî jî bê sûde. Ji ber vê pêwîste em di astên bilind de kar û xebatê bidin meşandin û rêxistinbûna xwe bi yekîtiya hemû jinan re ava bikin."

Piştî bidawîkirina rewşa rêxistinî, hevpeyman hate xwendin û li gorî nîqaş û pêşinyarên ku hatin kirin plansazî hate çêkirin û bi erêkirina delegeyan hate qebûlkirin.

Kongre pêşkêşê jinên berxwedêr ên bakûr hate kirin

Di dawiya rûniştina kongreyê de danezana kongreyê hate xwendin, di danezanê de di serî de kongre pêşkêşê berxwedêrên Bakûrê Kurdistanên û şehîdên jin hate kirin. Danezanê de hat diyar kirin ku sedema lidarxistina kongreyê jinûve avakirina pergala jinê li Rojavayê Kurdistanê ye û wiha hat gotin, "Di çarçoveya madeyên di rojevê de perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di mijara azadiya jinê û rêxistinbûna wê de hatin xwendin. Rapora xebatê ya du salan a yekîtiyê pêşkêşê kongreyê hate kirin û hate nîqaşkirin. Bi xebatên di qadên siyasî, rêxistinî, aborî, dîplomatîk û leşkerî de bi pêşengtiya Yekîtiya Star re destketiyên mezin derketin holê. Jin di pêşketina şoreşa Rojava de jî rola pêşeng hilgirt, di pêşxistina Sûriyeya Demokratîk û federal de jî xwedî heman rola stratejîk e. Lewma di van axan ji bilî gel û jinên vir, dê ji derve tu çareserî pêş nekeve. Modela me ya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê dê ruh bide federasyona Sûriyeya Demokratîk û serketina wê misoger dike. Parastina mafên gelan û jinan bi pêşxistina zagona bingehîn a Sûriyeya Demokratîk-Federal mumkin e."

Yekîtiya Star bû Kongreya Star

Her wiha di danezaê de hate gotin ku kongre hevpeymana civakî û jinûve sazkirina yekîtiyê erê kiriye. Danezan wiha domiya: "Kongre gihîşte biryara ku Yekîtiya Star wek Kongre xwe birêxistin bike. Herwiha nav û sembola Yekîtiyê jî guherî. Kongreya Star hate îlankirin. Kongreya Star hem sîstem hem jî rêxistinbûna Konfederal a jinê ye. Kongreya Star xwe dispêre paradîgmeya demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya jinê û rêgezên Netewa Demokratîk esas digire. Rojavaya Azad û Sûriyeya Demokratîk hedef dike. Ev sîstema nû dê xwe di 10 qadên Siyasî, ekolojîk, aborî, civakî, çandî, parastina rewa, dîplomasî, dada civakî, akademî û perwerdeyê de birêxistin bike. Kongreya me sîstema xwe li ser wekhevî û dada civakî dide rûnişkandin. Li beramberî her cure awayê desthilatdariyê û zihniyeta serdest a zilam, herwiha her şêweya tundiyê, ji têkoşîna jiyana azad re pêşengtiyê dike. Xwe di her qadê de bi awayê komun, meclîs, akademî, sazî, partî û hwd. birêxistin dike. Kongreya Star tenê ne rêxistinek e, sîstemeke konfederal e. takekes, sazî û partiyên jinan ku hevpeyman û rêgezên Kongreya Star qebûl dikin dikarin bibin endam."

Biryarên ku di Kongeyê de hatin wergirtin wiha ne:

*Dê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixin navenda xebatên xwe û di çarçoveya felsefeya Rêbertî de civaka demokratîk ava bikin

*Jinên Rojavayê Kurdistanê berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê piştevanî dikin û ji bo vê dê çalakiyan pêşbixin

*Di înşakirina Rojavaya azad û Sûriyeya federal Demokratîk de dê jin pêşnegtiyê bikin

*Di tevahiya qadên jin birêxistinkiriye, ji komûnan destpêdike heya saziyên herî jor dê parastina xwe saz bike

*Aboriya civakî jin dê pêşbixe (koperatîf, proje û hwd.)

*Ji bo diyarkirina polîtîkaya perwerdeyê ya sîstema demokratîk û herwiha sîstema jinê li gorî qadên xebatê dê akademî û perwerde were pêşxistin, xebatên perwerdeyê yên di komîn, meclîs û saziyên jinan de tê meşandin domdar were kirin, ji bo bibe hêza çareseriya pirsgirêkên civakî dê were birêxistinkirin û rastkirin.

Di dawiya kongreyê de hejmara meclîsa Kongreya Star wek 31 kes hate diyarkirin. Ji nav meclîsê dê 13 kes bibin kordînasyona vê xebatê. Herwiha yek kes wek berdevka kongreyê û du kes jî wek cigêrên wê hatin derxistin. Kongre bi coşa jinan û dirûşmeyên 'Bijî Rêber Apo', 'Şehîd Namirin', 'Bijî Berxewdana Bakûr' û 'Jin, Jiyan, Azadî' û govenda jinan bidawî bû.

(kom/rc)