Janet: Hêzên Tirkiyê wê nekaribin eşqa azadiya Kurdan bikûjin
11:42
Sarya Gozuoglu/JINHA
STENBOL - Nivîskar Janet Bîehl diyar kir ku têkoşîna azadiya gelê Kurd û berxwedana vê pêvajoyê dê têk neçe û wiha got, "Baweriya min heye ku ciwanên Kurd li Tirkiyê serkeftinê bidest bixin. Li gorî îqtîdaran Kurd dê dev ji têkoşîna xwe berdin lê divê her kes zanibe, hestên azadiyê a di dilê hêzên Kurd de wê ti caran wenda nebe."
Li hember xwerêveberina gel êrîşên hêzên dewletê me ji Nivîskar Amerîkî Janet Bîehl pirsî. Janet destnîşan kir ku li hember êrîşan têkoşîna azadiya gelê Kurd dê têk neçe û wiha got, "Bûyerên ku li Cizîrê qewimî em gelek êşandin û xemgîn kirin."
'Mixabin çekên bikar tên tev jî ji welatê min tên'
Janet da zanîn ku ew nikare vê berxwedaniyê ji nedîtî ve bê û berteka xwe nîşanî bêdengiya li hember komkjiyan da û wiha got, "Bûyerên ku li Cizîrê pêk tên dilê me dîşîne û me xemgîn dike. Lê mixabin çekên bikar tên tev jî ji welatê min Amerîkayê tên. Ez nikarim bêjim welatê min de wekhevî jî heye, ji ber em xwedî dîroka 300 sal a koletiyê ne."
'Dibe ku em îsyan bikin û bi şêwayek dengê xwe derînin'
Janet anî ziman ku ew wek Bloka Aştî bûyerên Kurdistanê di cih de lêkolîn dikin û bilêvkir ku ji bo pêşî li komkujiyê bigrin û dengê berxwedanê bidin bihistandin ew kedên mezin didin û wiha pêde çû, "Karê me ji xwe eve. Dema ku em çûn welatê din em ê rewşê raghînin û sucê ku Tirkiyê pêk tîne divê bê hesab neyê hêlandin. Hîna ez neçûme Amerîka gelek mijar di serê min de çêbûn. Ez bi buroyên hiqûqê û saziyên civakên sivîl ên Amerîka re ketim nava têkiliyan. Em ê çalakiyên protesto pêk bînin li wir. Dibe ku em îsyan bikin û bi şêwayek dengê xwe derînin. Divê tenê ji bo berjiwendiyê koçberan bûyerên ku li Kurdistanê pêk tên ji nedîtî ve neyê. Em ê vê mijarê de bikevin hewldanan."
(rc)