Edene bi jinan bedewdibe

11:51

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Jinên karkarên çandina kulîlkên parqên Şaredariya Edenê, jiyanê bedewdikin. Jin bi giyana her tişt bi berxwedanê berdewdibe bi hişmêndiya civakê re jî şer dikin.

Jinên ku li Baxçe û Parqên Muduryeta Şaredariya Bajarê Mezin a Edenê di xebitin, parq û baxçê bi keda destê xwe bedewdikin. Di saetên sibihê de dest bi karê wek avdana daran, peqijkirina parqan, diruna geyayê parqê, çandina gul û çîçekan dikin. Yek ji wan xabatkaran Fatma Akala (38) diyar kir ku ew karê xwe bi dildarî dike û wiha domand: "Jin di jiyanê de bi hemî zehmetiyan re têkoşîn dikin. Jin hem karê malê û hem jî ê derve dikin."

'Qadên kar hindikin'

Fatma da zanîn ku herêmên karkirina jinan kêmin û wiha berdewam kir: "Ji bo ez û zarokên xwe jiyanek xweş derbasbikin di xebitim. Derfetên kar ê jinan pir kêmin, wek ku nînin. Divê jin di aboriyê de û di her qadên jiyanê de ji mêr serbixwe tirbe. Jin divê biryara xwe bi xwe bide. Gava jin aboriya xwe bi xwe bike jiyan hîn jî bedew dibe. Rihê jinan ê berxwedenê heye ji loma dikarê bi her zehmêtiyê re têbikoşê. Bes bila jin bixwezê, dê hertim serkeftî be."

Esra Engîn (22) ku ev 9 salin di Muduryeta Şaredariya Bajarê Mezin a Edenê de di xwebite jî wiha axivî: "Ez bi keda destê xwe cihanê bedew dikim û ez keyfxweş dibim. Em hemî parq û baxçeyan bi gul û çîçekan di xemilînin. Em bi çîçakan hemu makrohbûna jiyanê xweşîk dikin û ev hestek pir xweşe. Pewistiya me bi cihanek bedew heye. Di jiyanê de zehmêtiyên min jî çêdibin. Em li hember qalibên civakê şer dikin. Gava jin dixwaze tiştek namîni ku têde serkeftî nebe ji loma divê em ji xwe bawerbin."

(dt/zt)