Bîranîna Murat Şîmşek di destê xweşka wî de veşartiye

12:28

JINHA

MÊRDÎN - Bîranînê Murat Şîmşek yê ku di jêrzemîna 3. de hat qetilkirin, di 3 deqê deste xwişka wî yê tê wateya ‘3 bira’ de veşartiye. Murat, dema 40 rojî ye dayika wî jiyana xwe ji dest dide û ji wê rojê û vir ve dibe kurê Cizîrê û gelek dêşîrê wî çê dibin.

Di nava kesên ku li jêrzemîna wehşetê a 3. a Cizîra Şirnexê de Mûrat Şîmşek ê 16 salî jî hebû. Murat ê ku hate qetilkirin, ji ber çekên kîmyewî nehatibû naskirin. Piştî lêkolînan Murat bi nivîsa li ser destê xwe ya ‘Canim anam’ hat naskirin û piştî vê bi tevlîbûna hezaran kesan li Nisêbînê hate defin kirin. Mûrat dema 40 rojî ye dayika wî jiyana xwe ji dest dide û bavê wî jî ev 16 sal in haya kesî jê nîn e. Li ser nebûna dê û bav Mûrat li ber navê apê xwe, xwişka wî Bêrîvan li ber ê apê xwe yî din û birayê wî yê mezin Yûnûs jî li ber navê xwe hatine nivîsandin.

‘Mûrat kurê Cizîrê bû’

Mûrat tevî 2 birayê xwe bê dê û bê bav mezin dibin. Piştî Mûrat tê jiyanê dayika wî jiyana xwe ji dest dide û di 40 rojiya xwe de bêşîr dimîne. Li ser vê yekê cîranên wî şîr didin, bi şîrê dayikên Cizîrê mezin dibe. Malbata Mûrat di salên 1990’î de li gundê Şirnexê yê bi navê Spîviyan di bin zordariya cerdewantiyê de dimînin. Malbat cerdewantiyê qebûl nake û koçberî Cizîrê dibin. Pîra Mûrat dayika aşitiyê Adla Şaşmaz anî ziman ku wab di maleke biçûk de debara xwe kirine û wiha got: “Piştî ku kurê min Mehmet Saît di 1990’î de tevlî nava refên PKK’ê bû dewletê rihetî neda me. Di rojên ku dewletê îşkence li me dikir dayika Mûrat jiyana xwe ji dest da. Me 3 zarok li nava xwe belav kir û mezin kir. Ji aliyekî ve ez li hestiyên kurê xwe yê ku min bihîst ku li Kerboranê jiyana xwe ji dest daye digeriyam û ji aliyekî din ve jî min Mûrat li cem cîrana digerand ku şîr jê re peyda bikim. Tî û birçî me ev zarok mezin kirin. Piştî Mûrat çavê gelek dayikan bi hestir man. Mûrat tenê ne kurê me, kurê hemû dayîkên Cizîrê yên ku wî şîr dane ne. Ez pê serbilind im. Wî di dilê xwe yê biçûk de berxwedan û mîrateya apê xwe mezin kir, min jî egîdek mezin kir.”

‘Min bi strana "egîdê xwe rakin" defin bikin’

Jinapa Murat ya ku wî mezin kir, Rahîme Atak ji bo Mûrat dibêje ‘Birçiyê hezkirina dayikê bû’ û destnîşan kir ku Mûrat ji wê re digot ‘dayê’ û ji hevserê wê re jî digot ‘Bavo’ û wiha axivî: “Min kurê xwe yê di hembêza xwe bi çîrokan mezin kir wenda kir. Dema li Cizîrê êrîş giran bûn xwişka wî û birayê wî ji taxan derdikevin lê ew li taxê dimîne. Ez her roj lê digerim û bi kêfxweşî telefona min vedikir û digot ‘Ez niha di nava rumeteke ku kes nikare bigihîjê de dijîm. Kêfa min li cih e û ez pir baş im’ Beriya ku şehîd bikeve bi çend rojan li min geriya û got ‘Dayê, tu dayika min î. Kes nikare gunehê dayikan bigire, heqê xwe li min helal bike’ Ez piştî telefonê giriyam û wî jî klama Nizamettîn Arîç ya 'Dayê Delala min' stirî. Herî dawî jî wesiyeta xwe anî ziman û wiha got ‘Ger ez şehîd bibim min bi strana Xelîl Xemgîn 'Egîdê Me Rakin', li cem hevalên min li Cizîrê defin bikin’ û telefon girt. Me ew li Cizîrê nikarî defin bikira lê me ew li Nisêbînê li cem hevalê wî defin kir. Me ew li cem dayika Dilşa Ak a beriya hefteyekê hat qetilkirin defin kir. Niha Dilşa ji Mûrat re dayîtiyê dike.”

‘Ji nergîz û gotinên stranan pir hez dikir’

Birayê Mûrat Şîmşek Yûnûs Şaşmaz dest nîşan kir ku birayê wî ji nergîsan û gotinên stranan pir hez dikir û wiha got: “Piştî ku ez zewicîm min birayên xwe jî anîn gel xwe û em bi hev re li Taxa Sur a Cizîrê jiyan. Xeyalên me hebûn û dê malbatekî me jî hebana. Dibe ku zarokên min çêbibana û Mûrat ew mezin bikirinan. Agirê şoreşê kete taxa me. Agirê hezkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di dilê wî de hîn mezintir bû. Em di nava xeyalên avakirina malbatekê de bûn lê ji nişkave me dest bi têkoşîna gelek tiştên xweştir kir. Ji bo azadiya me birayê min canê xwe da. Dest bi parastina taxa xwe kir. Bû parazvanê tax û malbata ku me her dem xeyalên wê dikir. Piştî ku êrîş zêde bûn mala me li ber çavê me hate şewitandin. Em neçar bûn ku ji mala xwe derkevin lê Mûrat tevlî ku mal bi giştî hate şewitandin jî ji taxa xwe derneket û mala xwe ya şewitandî parast. Ji taxa xwe derneket.”

‘Ez dixwazim di stranan de bimirim’

Xwişka Mûrat Şîmşek Bêrîvan Kaçmaz maçî 3 deqê ku bi şîrê dayika wê bo wê hatine çêkirin dike û behsa Mûrat dike. Bêrîvan wiha dibêje: “Piştî ku mala me çêbû em her roj bi stranên Mûrat şiyar dibûn. Zarokekî pir bi kelecan bû û digot ‘Ez dixwazim di stranan de bimirim’ Ev xwesteka wî jî li gor dilê wî pêk hat. Heta deqeya dawî jî stranên şoreşê stirî û jiyana xwe ji dest da. Em her roj bi telefonê diaxivîn. Her dem digot ‘Ez wateyê didim her tiştî lê wateyê nikarim bidim cerdevan û kurdên ku li cem pergalê cih digirin. Ez tu caran wan efû nakim’ Niha ne mala me ne jî taxa me ma. Lê caridin serê me bilind e û em bi rûmet in. Keda me jî ket vê şoreşê.

(rc)