Jinên ku ji destê Boko Haram rizgar bûne bi şîdetek din re rû bi rû mane

13:21

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokên keç û jinên ku ji destê Boko Haram rizgar bûne, li şûna ku ji aliyê dewleta Nijerya û STK'ê ve pêdiviyê wan bên pêşwazî kirin, ji aliyê malbat û civakê ve rastî nêzîkatiyên cudakarî û redkirinê tên

Li gorî nûçeyê The Guardianê, ji aliyê Fona Pêdiviyên Lezgîn a Zarokan yê Netewên Yekbûyî raporek hatî amede kirin. Di raporê de hat diyar kirin ku artêşa Nijerya dema dest danî ser axê Boko Haram jî jin û zarokên keç ên rastî şîdeta zayendî hatine berdan. Lê jin û keçên zarok ên ku vegerîn malên xwe ji aliyê kevneşopiyê civakê carek din rastî şîdetê tên. Li gorî agahiyên di raporê de hat diyar kirin ku jin û zarokên ji destê Boko Haram rizgar bûne ji aliyê civakê de cûda yê biçûk xistinê tê dîtin. Her wiha di raporê de hat diyar kirin ku civakên sivîl û dewlet jî piştgirî nedaye jin û zarokan. Di civakê de jinên rastî tecewizê hatine wek "xalek reş" binav dikin.

'Eger piştgirî neyê dayîn dê pevçûn mezin bibe'

Ji aktîvîstên aştiyê yên Nijeryayê Kimairis Toogood wiha axivî; "Ev agahî, ji bo ku ser jin û keçên ji Boko Haramê hatine rizgarkirin tindiyek dinê neyê kirin divê têkeve meriyetê. Ji xwe ev jin û zarokên keç travmayan dijîn, rastî şideta zayendî hatine û ji malbatên xwe cuda dijîn. Di dawiyê de vegeriyane, divê alîkariya pêwîst em ji bo wan bikin. Dema ku em alîkariya pêwîst nedin dê rewşên cuda derkevin pêşiya me."

Ji 2 hezaran zêde jin û zarok hatin revandin

Ji sala 2012'an heya niha dibistana seretayiya Chibok a 2014'an jî di navê de ji 2 hezar jin û zarokên keç zêdetir ji aliyê Boko Haram ve hatine revandin. Ji ber van bûyerên revandinê di çapa cîhanê de kampaniyaya "Keçên me paşde bînin" hatiye kirin. Jinên ji vê esaretê rizgarbûne diyar kirin ku ew rastî şideta fîzîkî û zayendî hatine. Li bakurê rojavayê Nijeryayê ji ber şer û pevçunan ji 2,5 milyon mirovan zêdetir dest ji axa xwe berdane.

(rc/zt)