KJA ya Colemêrgê Bernama xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
15:02
JINHA
COLEMÊRG - Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Colemêrgê bername ya 8'ê Adarê bi daxuyaniyekê aşkere kir.
KJA Colemêrgê li avahiya DBP'ê bi daxuyaniyek bernama 8 Adarê Roja Jinên Kedkar aşkere kir. Dayikên Aştiyê Aktivistên KJA yê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Aktivista KJA yê Hatice Îdem daxuyanî xwend û got: "Em jin dê 8'ê Adarê bi şopa Sevêyan dakevin qadan li hemberi hişmendiya baviksalari li ber xwe bidin. Em dê bi Şiara 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin' bi ruhê Ekinan dakevin qadan."
Bernama KJA ya Colemêrgê ya çalakiyên 8'ê Adarê yên dê li navenda bajêr û bên lidarxistin wiha ye:
Navenda Bajêr:
*28'ê Sibatê serdana gundan
*1'ê Adarê bi pêşengiya jinan serdana taxan
*3'ê Adarê seat 10.00'an ji bo jinên Siyaseyên girti qartan bişinin û nexweşhanayê jinên nexweş serdan bikin cihê kom bunê(DBP)
*4'ê Adarê seat 09.00'an dê disan serdana gundan bikin cihê kom bûnê (DBP)
6'ê Adarê seat 09.00'an dê belavokan belav bikin cihê kom bunê (DBP)
7'ê Adarê seat 10:00'an şahî
(zyd/zt)