Jin bi giyana berxwedanê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
15:19
Şehriban Aslan / JINHA
AMED - Çalakiyên 8'ê Adarê îsal bi şîara "Jin ji bo Azadiya xwe û Reberê xwe di têkoşînê dene" amedekarî dikin. Endama Koordînasyon a KJA ya Amedê Zubeyde Zumrut got: "Em soz didin Fatma, Sêvê û Pakîzeyan riya wan riya meye sonda wan sonda meye. Emê bi rihê berxwedana wan xabatên xwe bidin meşandin."
Wê îsal çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Kongreya Jinên Azad (KJA) bi şîara "Jin ji bo Azadiya xwe û Reberê xwe di têkoşînê dene" xabatên xwe bidin meşandin. Endama Koordînasyona KJA yê ya Amedê Zubeyde Zumrut wê îsal 8'ê Adarê ji salên dî cudatir be û wiha dimand: "Îsal emê bê Sêvê xebatê 8 Adarê bidin mêşandin. Soza me ji Fatma, Sêvê û Pakîzayan re riya wan riya me soza wan soza meye. Emê bi rihê wan xebatê xwe bidin meşandin. Wê 8'ê Adarê ji aliyê din ve jî bi rihê Rêvebariya Cewherî bêmeşandin."
'Şîara me xwedî wateyek mezine'
Zubeyde destnîşan kir ku şîarama 8'ê Adarê xwedî wateyek mezine û wiha direjî da gotinê xwe: "Şîara me ya îsal a 8'ê Adarê ji bo jinan xwedî wateyek mezine. Birastî em jin deyndarê Rebertiyê ne. Ji loma me bi şîara "Jin ji bo Azadiya xwe û Rebertiya xwe di têkoşînê dene" dest bi xebatên xwe kiriye. Wê 8'ê Adara sala 2016'an bibe sala azadiya Reberê me û jin wê vê li qadan nîşan bidin. Divê jin li qadan azadiya xwe biqêrin."
(dt/zt)