Li Agiriyê banga ji bo beşdarbûna çalakiyên 8'ê Adarê
15:24
JINHA
AGIRÎ - Endamên KJA'yê yên bi boneya 8'ê Adarê daxuyanî dan, bang li hemû jinan kirin ku bi ruhê berxwedanên rêveberiyên cewherî beşdarî meşa 2'ê mehê ya li Agiriyê pêk bê, bibin.
Li Agiriyê endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya meş û çalakiyên di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku di avahiya DBP'ê de pêk hat de ligel Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay û gelek endamên KJA'ê amade bûn. Di daxuyaniya ku 3 jinên şoreşger Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên li navçeya Silopiya Şirnexê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin hatin bibîrxistin de hevşaredar Mukaddes axivî û li ser girîngiya 8'ê Adarê sekinî.
Mukaddes destnîşan kir ku aştî tenê bi têkoşîna jinan pêkan e û ji bo aştiyek mayînde jî divê hemû jin di çeperên pêş de têbikoşin. Mukaddes di axaftina xwe de li ser jinên berxwedêr ên bedena wan hatin teşhîrkirin jî sekinî û got ku ji bo jiyaneke hevpar barek mezin dikeve ser milên jinan.
Aktivîstên KJA'yê herî dawîn derbarê bernameya meşa 2'ê mehê di saet 11.00'an de pêk were de jî agahî dan û diyar kirin ku dê piştî meşê jî bi çalakiyên cur bi cur 8'ê Adarê were pîrozkirin.
(zt)