Êrîşî bi hezaran welatiyên ji bo Sur'ê kombûne kirin
15:49
Sibat
27
/ 2016
JINHA
AMED - Bi hezaran Amediyên ji bo şikandina dorpêça ser Surê li parka Koşuyoluyê kombûn rastî êrîşa polîsan hatin.
Ji bo şikandina korpêça ser Surê bi banga KJA, KCD, DBP û HDP'ê bi hezaran welatî li parka Koşuyoluyê gihan hev. Piştî axaftinan dema ku bi hezaran welatiyan berê xwe dan aliyê Surê polîsan êrîş kirin. Dema ku bi ava şit û gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin, li Ofis, Koşuyolu û Rezan pevçunan despêkir. Hat îdiakirin ku li Koşuyoluyê welatiyekê jiyana xwe jidest da.
(zt)