Li Dêrsimê 3 jinên ku afîş daleqandin hatin binçav kirin

15:57

JINHA

DÊRSIM - Berî 8'ê Adarê 3 jinên ESP yiyên ku afîş didaleqandin hatin binçav kirin.

Li Dêrsimê 3 jinên ku afîşên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didaleqandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 3 jinên Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) ku li Qada Azadiyê afîşên "Wê Qesr winda bike û ciwan bi servekin" û "Ger ferman ya Qesrê ye raperîn ya jinane" daleqand ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li gel nerazîbûna welatiyan jî polîsan jinên bi navê Şevîn Sogut, Dîren Işik û Ayşe Esmer kirin binçavan û birin Muduryeta Emniyeta Dêrsimê.

(dt/zt)