'8'ê Adarê roja tekoşînê ye'

09:05

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Bi nêzikbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê re jinan dest bi amadekariyên daketina dadan kirine. Jinên kedkarên Colemêrgê jî diyarkirin ku ew bi giyana berxwedanê amadekariyên 8'ê Adarê dikin.

Jinên Colemêrgi yên Kedkar derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku dê 8'ê Adarê jin bi tililiyan hişmendiya dagirker têk bibin.

Jina bi navê Ayfer Koparan ani ziman ku jin dê 8'ê Adarê li qadanbin û wiha axivi; "Niha li tevahiya Kurdistanê jin di hemû qadên berxwedanê de cih digirin. Ev ji tê wateya jin dê 8'ê Adarê bi mizginiya azadiyê dakevin qadan. Ez jinim ev 9 sale ez kar dikim. Min li hemberi hişmendiya dagirker û baviksalar serê xwe tu car netawand. Ez li vir xwarinpêjim û rêveberiya cihê xwarinê dikim. Em 6 jin li vir dixebitin. Bila civak bizane ku jin li her qadên jiyanê cih digere. Niha jin li her deveran liberxwe didin. Ji bo mirovahiyê ji bo jiyanek aram jin têdikoşin. Ez 8'ê Adarê Roja jinên Kedkar li hemû jinan piroz dikim."

Sevda Keskin ya ku rêveberiya cihê xwarinê dike jî wiha axivî: "Ez ji niha ve 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Jin bi rasti xweşikbuna jiyanê ye. 8'ê Adarê emê bi ruhê Rosayan û jinên ku kedkar yên ku li New York ê ji aliyê hişmendiya nijadperst ve hatin qetil kirin dakevin qadan. Emê diktatoriyê di wê rojê de bi hêrsa xwe bi mizginiya azadiyê têk bibin. Jin dê bi alên azadiyê 8'ê Adarê pîroz bikin."

(zyd/zt)