Bi EKO-JIN re çand û keda jin dertê holê
09:06
JINHA
AMED - Dikana EKO-JIN a ku rojên borî li Amedê hat vekirin, hem hilberîn û kedê jinan hember kapîtalîzmê meydanê dixwîne hem jî çanda xwe yê gelerî dide jiyandin.
EKO-JIN neqşên destan a ku bi keda jinan tê çêkirin cih digre. Hunerên destan ên ji bo jin û zarokan li tekstîlan tên çêkirin li tevahî bajarên Kurdistanê parve dike. Dikana EKO-JIN di rojên borî de 13 jin hatin ba hev û li Amedê vekirin. Jin bi EKO-JIN re cil û bergên gelerî çêdikin û hem çanda xwe diparêzin hem jî nûjen dikin. Bîrsel Alev diyar kir ku EKO-JIN bi temamî bi kedê jinên Amedê pêk tê û wiha got, "Armanca me li tevahî herêmê dikanên xwe vekirin û afrîneriya hunerê li her derê belav kirine..
'Bi EKO-JIN re kedê jin dertê holê'
Koordînatora Aborî a KJA'yê Dîlek Acer diyar kir ku EKO-JIN ji aliyê Kooperatîfên Jinên Amedê ve hatiye avakirin û wiha got, "Dibêjin qey kedê ku li mal tê dayîn bê feydeye. Jin bi ve zêhniyetê di malan de tên girtin. Jin dema ku ked didin û beramberî kedê xwe digrin kêfxweş dibin û hêviya wan pêş dikeve. Tiştên em li vir dikin nûjenkirina çande. Em dixwazin dîrok di roja îro de bi çandê bidin jînkirin. Bi vî aweyî em ê dîroka xwe li herêmê bidin jiyandin. EKO-JIN bi temamî bi kedê jinên Amedê pêk hat."
'Armanca me li Kurdistanê bûyîna modele'
Bîrsel Alev da zanîn ku EKO-JIN di heman demê de dîrokê zindî dike û wiha pêde çû, "EKO-JIN dê wek pîlot li herêmê Kurdistanê be. Li Wan, Agirî û Mersînê xebatek aktîf ya hilberînê pêk tê. Em naxwazin bi EKO-JIN bibin marqa berovajî em dixwazin bibin modela Kurdistanê. Bi saya EKO-JIN zanistên jîngehê û ên aborî hatin ba hev. Armanca me xizmeta dîrokê kirine ne yê kapîtalîzmê. Armanca me li tevahî herêmê dikanên xwe vekirin û afrîneriya hunerê li her derê belav kirine."
'Bingeha aboriyê jin avadikin'
Ji koordînasyona Aborî a Bajarê Amedê Sevîm Gûzelek destnîşan kir ku EKO-JIN dê çanda tevahî Kurdistan û Tirkiyê derxe holê. Sevîm bilêvkir ku berhemên wan baş û erzane û wiha dirêjî da gotina xwe, "Bingeha aboriyê jin avadikin. Ji xwe sedsalane ev yek wiha ye. Em tenê nûjen dikin. Tevahî jin gelek bi hêzin lê jinên Kurdistanê bi hêztirin."
(rc)