Dayîkên Aştiyê yên Dîlokê: Em ji bo Surê hatin

09:06

JINHA

AMED - Ji bo dawîhatina dorpêça ser Surê û pêşîlêgirtina komkujiyan Dayîkên Aştiyê yên Dîlokê hatin Amedê. Dayîkan diyar kirin ku weke Cizîrê dixwazin li Surê jî komkujiyê bikin û gotin; "Em desturê nadin."

Li hember dopêç û êrîşan 89 rojin li Surê di navê de jin, zarok, kal, pîr û ciwan heyî bi qasî 200 sivîlan di jêrzemînan de asê mane. Bi gotinên "vekirina korîdorê" hêzên dewletê diçin Surê banga "teslîmbibin" li gel dikin. Yên ku dengê welatiyên Surê yên dixwazin dorpêç bê rakirin û wiha derkevin dibihîsin ji bo rakirina dorpêçê berê xwe didin Amedê. Dayîkên Aştiyê yên ku ji Dîlokê hatine Amedê dan zanîn ku divê kes li hemberî vê rewşê bêdeng nîmînin û wiha domandin: "Divê kes li hember van kirinan bêdeng nemînin. Dewletê li Cizîrê komkujî pêkanî, li Surê jî hewildide heman tiştî bike. Divê em li hember van kirinan bêdeng nemînin. Ji bo ji van kirinan re bibin asteng em hatin vêderê."

'Li vêderê mirovên me tên qetilkirin em nikarin bisekinin'

Ji Dayîkên Aştiyê Zeynep Kaygusuz destnîşan kir ku ji bo deng bide Surê hatiye û wiha berdewam kir: "Ji bo Surê dilê me nerihete. Mirovên me li vêderê tên qetilkirin, em nikarin bi rehetî runin. Ev 4-5 mehe ev polîtîkayên qirêj ser gelê kurd tên meşandin. Bi sedan jin û zarok qetilkirin. Em dayîkên aştiyê jî ji bo ji van komkujiyan re bêjin bese li vêderêne. Em dixwazin êdî li Kurdistanê aştî serwer bibe. Lê em çiqas dibêjin aştî ew tên me qetildikin. Ji bo aramiyê kedê nadin, hemû keda wan ji bo mirov qetilkirinê ye."

'Divê hemû dayîk bibin yek û ji hovîtiya AKP'ê re bêjin bese'

Vesile Bagriyanik jî wiha axivî: "Ez vê hovîtiya ser gelê kurd tê kirin şermezar dikim. Divê her kes ji bo dawîbûna vî şerî kedê bidin. Divê hemû dayîk bibin yek û ji hovîtiya AKP'ê re bêjin bese. Dayîkên kurdan dema ku zarokên xwe winda dikin jî dibêjin 'aştî' lê dayîkên leşker û polîsan dibêjin 'welat saxbe.' Dema ku hindirê min şewitî ezê çî bikim ji wî welatî. Ez bang li hemû dayîkan dikim, werin hemû destê xwe bidin hev ji vê hovîtiyê re bêjin bese. Bila êdî dayîk, zarok, kes nemirin."

'Emê ticarî desturê nedin Cizîrek dinê bê jiyan kirin'

Dayîka Aştiyê Fehime Aslan jî zaroka 4 mehî Elif Su ya li nava Surê bibîrxist û got: "Di nava Surê de zarokên 4 mehî hene, dixwazin weke Cizîrê li Surê jî komkujiyê bikin. Lê emê weke dayîkên aştiyê ji van kirinan re bibin asteng. Bê xwestin emê biçin nava Surê. Ji bo ku weke Cizîrê nekin em li vêderê ne. Heya jin û zarok dernekevin emê jî li vêderê bin."

'Ne Sur ne jî gelê kurd serî natewîne'

Sakine Bilecek jî bilêv kir ku ji bo bibin dengê Surê ew hatine Amedê û wiha dom kir: "Dixwazin li Surê jî komkujiyê bikin. Ev cîhan têra me hemûyan heye, di encamê de dê Erdogan jî bimire. Dê dawî li zilmê û zaliman jî bê. Dê kendê ji xwînê têr bibin. Divê axînên çend dayîkên dinê bibihîsin. Êdî ne şeva me maye, ne jî roja me. Bi zarokên me yên di jêrzemîna Cizîrê re me jî nefes nedigirt. Li wêderê nekarîn vîna zarokên me bişkênin, niha jî bi heman awayî êrîşî Surê dikin. Em desturê nadin. Emê li vîna wan xwedî derkevin. Bila me jî bişewitînin. Lê ne Sur ne jî gelê kurd serî natewîne."

(zt)