Li Hezexê êrîşên giran
10:45
JINHA
ŞIRNEX/MÊRDÎN - Ji duh êvarî ve bi tang û topan êrîşî Taxa Turgut Ozal a Hezexê dixin. Li Nisêbînê hember êrîşên wesayîtên zirxî taxan parastina xwe kirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê di roja 13'emîn de berdewam dike, êrîş herî zêde jî li taxa Turgut Ozal zêde bûne. Bi şev heta niha hêzên dewletê bi dehan top avêtin taxê, gelek mal hatin xirakirin, bi dehan mal jî şewitîn. Li navçeyê pevçûnên dijwar ên ku heta niha nehatine ditîn diqewime.
Li navçeay Nisêbînê ya Mêrdînê hêzên YPS û YPS-Jin li dijî wesayîtekî zirxî ya kobrayê ya li derûdora otogara kevn bi roketan çalakî pêk anîn. Wesayîta zirxî hat rewşekî nikarê bê bikaranîn û wesayîtên din jî taxa Firatê gulebaran kirin. Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin, li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane tîmekî taybet jiyana xwe ji dest daye 2 tîmên taybet jî birîndar bûne.
(kom/zt)