Awazên YPS’ê: Werin em barîkatan çêkin û bibin dîrok
11:22
JINHA
MÊRDÎN - Endamên YPS’ê yên Nîsêbîna ku berxwedan lê berdewam dike koma awazên YPS’ê ava kirin. Komê stranek bi navê ‘banga tevlîbûna YPS’ê’ jî nivîsandiye û dibêjin.
Endamên YPS’ê ên li Nisêbîna Mêrdînê koma Awazê YPS’ê ava kirin. Bi strana ‘’Banga tevlîbûna YPS’ê’ komê strana xwe ya ewil jî nivîsîn û gotin.
Gotinên strana komê wisa ye:
“Dema şer nêzîk bû. De ciwan no de, werin Kurdistan, em bi hev re tevlî YPS’ê bibin. Armanca me azadiya pêşerojê ne. Armanca me azadiya gelan e. Werin em barîqatan bi hev re deynin, ji bo azadiyê şer bikin. Faşît êrîşî gelê me dikin, werin em bibin dîrok, werin em bibin EKÎN. Em gele berxwedêr yê kurd in. Em ji Mazluman ferî berxwedanê bûn, silavên Laz Kemal’in. De ciwanno werin de werin, em tevlî YPS’ê bibin. Armanca me azadiye, armanca me azadiya gelan e.”
Endamên Koma Awazê YPS’ê ji bo hevalên xwe Mahsum Akdogan (Mazlum) yê ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû klamek nivîsin û ew bi bîr anîn.
Awazê YPS li pişt barîqatên Nisêbîn a Mêrdînê hate avakirin. Awazên YPS ji bo hevalên xwe yên li taxên berxwedêr di 7’ê berfanbarê de jiyana xwe ji dest da yê bi navê Mahsum Akdogan (Mazlum) klamek nivîsîn.
Gotinên klama ku ji bo hevalên xwe nivîsîne wisa ye: “Heval Mazlum piro Mazlum, şoreşa te kesk û sor û zer e. Di kenê te de gul vedibin. Tu şoreş û tû berxwedan. Warê te ye çiyayên berfbarî, ger bigerin hevalên te pir in. Heval Mazlum, şehîd Mazlum. Di kene te de gul vedikin. Di wêneyê te de dijmin ditirse.”
(kom/zt)