Leyla Birlik: Di dîroka dewletê de komkujiyên gelan hene
13:11
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Murat Tunç, ê li jêrzemîna avahiyên Cizîrê di êrîşa hêzên dewletê de hat qetilkirin ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin. Di merasîma cenaze de Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik got: "Di dîroka vê dewletê de her dem komkujiyên gelan hene. Wan dîroka xwe bi xwîna gelan nivîsiye. Divê her kes bizane ku em li hemberî wan serî nadanin."
Cenazeyê Murat Tunç, yê di jêrzemîna avahiyên Cizîrê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi topbaranê hat înfazkirin, ji morga nexweşxaneya Sîlopyayê hat wergirtin. Cenazeyê Murat li taxa Vakıfkentê ya Şirnexê bi girseyi hat pêşwazîkirin. Girsê cenazeyê Murat birin Goristana Tekserê û bi merasimek xurt defin kirin. Di merasima cenaze de Wekîla HDP'êya Şirnexê Leyla Birlik xizmên Murat jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê di merasimê de siloganên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo", "Ey şehîd xwîna te erdê namîne" û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" berz kirin. Girsê li ser goristanê sirûda "Ey Reqîb" xwendin û rêz girtin. Li ser navê MEYADER'ê Mahmut Kaplan, sersaxî ji malbata Tunç re xwest û diyar kir ku ew dê li dijî vê hovîtiyê têkoşîna xwe bilintir bikin.
'Di dîroka vê dewletê de qetilkirina gel heye'
Wekîla HDP'ê Leyla Birlik jî anî ziman ku ew têkoşîna şehîdên xwe ji bîr nakin û wiha got: "Di sê mehên dawî de zarok kal û pîr bi sedan ciwan li Botanê hatin qetilkirin. Ji ber ku di dîroka vê dewletê de qetilkirina gel heye. Lê divê her kes zanibe ku kurd serî natewînin."
'Ez soz bilindkirina têkoşîna wî didim'
Bavê Murat Tunç Ahmet Tunç jî li ser gorê axivî û diyar kir ku ew soza têkoşîna kurê xwe dide û wiha got: "Ez soz didim heval Şiyar ku têkoşîna wî bilind û mezin bikim. Ez dê bibim layiqî ala wî. Ez dê heta dawî têbikoşim."
Piştî axaftinan cenaze hat definkirin û girse belav bû.
(zt)