Senai El-Mensûrî: Modela xweseriya Rojava dikare belavî hemû cîhanê bibe

13:47

JINHA

NAVEDNA NÛÇEYN – Şêwirmenda Têkiliyên Derve ya Meclîsa Bilind a Amazîxên Lîbya Senai El-Mensûrî destnîşan kir ku ew dema hatiye Rojava rastî cîhanek cuda hatiye û bilêv kir ku modela xweseriya Rojava dikare li tevahiya cîhanê belavbibe.

Şêwirmenda Têkiliyên Derve ya Meclîsa Bilind a Amazîxên Lîbya û yekem pêşkêşvana bernameyên bi zimanê amazîxî di Televizyona Lîbyayê Senai El-Mensûrî debarê rewşa li Sûriyê nirxandin kir. Senai diyar kir ku ji ber rewşa şerê derve û hindirê Suriyê niha çareseriyek negenaze û wiha got; "Mixabin ez çareseriyeke nêz ji rewşa Sûriyê re nabînim. Ji ber gelek girêdanên hundir û derve hene. Cebhet El-Nusra û DAIŞ di nava Sûriyê de xwe bi cih kirin. Destpêka aloziya li Sûriyê çete li ji aliyê fermandarê dema Serokê Berê yê Îraqê Sedam Husên ê bi navê semîr Ebud Mihemed El-xelîfawî (Hacî Bekir) bi dizî ji bo avakirina dewleta islamî kar dikir. Planên Hecî Bekir dema kuştina wî li Sûriyê hate dîtin."

Senai da zanîn ku divê çareseriyek ji şerê Suriyê re bê dîtin û wiha domand; "Niha jî divê rijandina xwînê bê rawestandin, pêwîste çareseriyek navnetwî ji şerê li Sûriyê re bê dîtin, jiyanek nû ya siyasî destpê bike, dûrî tundiya islamî û teroristan. Tundiya dewletê têde tune be. Heger sîtema heyeî neyê guhertin ev yek bêknayê, heger rêjîma heyî ya desthiladar ku bi dehên salan neyê guhertin, ne guncawe ew yek pêk were. Ji bo ev yek pêk were dive sîstemeke demokratîk nû, ne navendî mafê hemû gelê Sûriyê biparêze pêk were, ev yek jî ne mumkune beriya rawestinadana şer pêk were.

Civînên Cinêv wekî çawa ji bo Lîbyayê têk çûn, wê têk biçin. Di van civînan de hin alî têne vexwendin. Hin aliyên di şer de cihê xwe digirin û bandora wan li cem civaka navneewî heye an xwedî bandorin li gorî hin hikûmetan têne vexweidn. Tu hêviya min di wekî van civînan de nîne, baweriya min bi karê hevbeş ê Sûriyê ku li dijî desthiladar û teroirstê pêk were heye."

Senai anî ziman ku rêveberiya xweser a Rojava weke pergalek alternatîfe û wiha berdewam kir; "Di aliyê mentiq de ne mumkine sîstema navendî bi taybet dom bike. Di piratîkê de jî gelê Sûriyê di riya sîstema Rêveberiya Xweser a Rojava wekî sîstemeke anternatîf xwe isbst kiriye. Sîstema navendî sîsteke têkçûyî ye, ji ber ku hin herêman paşguh dikin û hin aliyên din jî di bin sîstemê de didin pêk, ev yek ne tenê li Sûriyê, lê belê li Lîbyayê jî heman tişte.

Aloziya siyasî ya Sûriyê û Lîbyayê bê aramî di herêmê de pêk anîn, êşa gel sedema wê jî sîstema navendîye. Sîstema navendî bê guman sedema gendeliya darayî, aborî û ji ber wê yekê dibe sedema têkçûna civakî ya dinava hemû gel de. Nehezkirin û kînê di navbera aliyan de çêdike. Ji bo ev yek bê çareserkirin jî pêwîste sîstemeke nenavendî pêk were, wê demê gendeliya darayî bêtunekirin."

Senai destnîşan kir ku ew dema hatiye Rojava rastî cîhanek cuda hatiye û wiha dom kir: "Beriya ez serdana Rojava bikim, gumanên min hebûn ku proje pêk were. Piştî min serdana Rojava kir û min ezmûna nû bi xwe dît. Tecrubeya gelekî ku hetibû başguhkirin û hîn jî paşghiyê jiyan dike, wekî çawa gelê me yê Emazîx li Lîbyayê jiyan dike, aloziya pskolojîk a tevlîhev jiyan dike. Di navbera kesayeta xwe ya bê aram li ser xaka xwe ji hemû mafên xwe hatin bêparkirin. Di mala xwe de hemû mafên xwe winda kiriye.

Tişta min li Rojava tişta kêfa min bîne dît. Gelê Sûriyê ê ji hemû pêkhateyan bi aramî û bikêfxweşî jiyan dike. Şahiyan lidardixe û bi kenj jiyana xwe didomîn in.Li Rojav sihirek heye, min hêvî dikir ku ez karibin pê bigirim û bixin turikê xwe û bi xwe bibim welatê xwe, gelê xwe jî bê sihir bikim da ku bi aştî jiyan bike. Baweriya min bi sîstema Rojava tê, ez di wê baweriyê de me ku sîstema herî guncaw e ne tenê li kantonan lê belê li hemû cîhanê jî. Ez li benda wê rojê me ku sîstema Rojava li seranserî cîhanê pêk were."

Senai wiha berdewam kir; "Ez jî bi nerîna De Mestora re me, heger rewşa aloz a Sûriyê dewam kir, dê nerîna parçekirinê bi xurtî bê destnîşankirin. Ji ber vê yekê ez bi fedralîzmê re me. Heger opozisyona ereb ev yek red kir, ev isbet dike ku ew opozisyon di zihniyeta xwe de wekî sîstema şofînist e.

Sîstema fedralîzmê serkeftiye, tişta li Emerîka pêk tê dikare pêk were, lê sîstema Xweseriya Demokratîk û kantonên Rojava sîstema herî guncawtire dû dikare hemû aloziyan çareser bike."

Senai wiha qala giringiya siyaseta PYD'ê ya li herêmê jî kir; "Ez nûçeyên PYD’ê dişopînim, Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a herêmên li bakurê sûriyê jî dişopînim. Hilbijartina perlemanto, danîna wezîran, avakirina sîstema xweparastinê ez dizanim ne tenê kurd, lêbelê hemû beşên civakê beşdarî wê yekê bûne. Partiyên din, netewên din ên ji derveyî kurdan jî cihê xwe di nava sîstemê de digirin, ji ber wê yekê sîstema nenavendî ya herî guncaw ji bo parastina aloziyan jî ew e.

Pêşeroja Sûriyê, dîroka wê, sîstem û gelê wê jî ber bi guhertinê ve diçe, di nerîna min de wê ya herî baştir be. Lê pêwîstiya merselê bi demê heye, niha derfet ji gelê sûriyê re hatiye ku hebûna xwe ji nû ve di rûpelên dîrokê de binivîsin."

(zt)