Li Şirnexê parlementer darb kirin û rojnamevan binçavkirin
18:17
JINHA
ŞIRNEX - Polîsên tevgera taybet li navçeya Hezexê ku 12 rojin rewşa awarte hatiye îlankirin, bi ser mala ku wekîlê HDP'ê Ferhat Encu û rojnamer lê diman de girt. Polîsan wekîl Ferhat darp kir, Nûçegihanên DÎHA yê Ferzen Çatak û Mahmut Ruvanas û nûçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat Kadri Esen li gel endamên malbatê binçav kirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji 16'ê Sibatê de rewşa awarte hat îlankirin û derketina kolanan li welatiyan hat qedexekirin. 12 rojin hêzên dewletê li taxan guleyan direşîne û taxan tobeparan dike. Îro jî Polîsên Tevgera Taybet li taxa Suryanî, bi ser xaniyê ku wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û rojnameger lê dimînin de girt. Polîsan xwest têkevin malê û lêgerîn bikin. Ferhat destûr nedan ku polîs têkevin hundir û ji polîsan destûra lêgerînê xwest. Polîsan jî bersîva "Em dewlet in. Em dê te jî li erdê dirêj bikin û têkevin hundir" û gef li Ferhat xwarin. Polîsan piştî biryara lêgerînê ji dozgeriyê girtin, ketin avahiya 3 qatî û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtinê de wekîlê HDP'ê Fertat Encu tarp kirin û nûçegîhanên DÎHA'yê Mahmut Ruvanas û Ferzen Çatak li gel nûçegîhanê Azadiya Welat Kadri Esen binçavkirin. Polîsan kompîtur, kamera û wênekêşên rojnamegeran jî desteser kirin.
Polîsan xwediyê malê Suleyman Karagol û birayê Ferhat Encu Veli Encu jî darp kirin. Polîsan piştî lêgerînê rojnameger û xwediyên malê yên binçav kirin birin midûriyeta polîsan a Hezexê.
(zt)