Jinên KESK'ê kiratxane îşkal kirin
19:37
JINHA
WAN - Jinên KESK'î di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de meşiyan û bi armanca hişmendiya zilam a dagirker şermezar bikin kiratxaneyek îşgal kir.
Endamên KESK'ê yên Jin ên Wanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de meşiyan û afîş zeliqandin. Jinên li ber avahiya KESK'ê kom bûn, heta kolana Cumhuriyetê meşiyan. Jinan di meşê de siloganên "Jin jiyan azadî" qêriyan û afîşên "Em li dijî zilm û zaliman bêdeng namînin" li kolan û dîwaran zeliqandin. Jinan li kolana Hunerê jî meşa xwe domandin. Jinan bi armanca balê bikşînin ser dagirkeriya zilam kiratxaneyek îşgal kirin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li vir Endama Komîsyona Jinan a KESK'ê Fatma Arslan, diyar kir ku îxtîdar li ser bedena jinê şer û siyasetê dimeşîne û wiha got: "Şer li ser bedena jinê ya tazî ku di medya civakî te tê teşîrkirin didome. Em dizanin ev teşîh aciziya îxtîdarê ya li hemberî vîna jinê ye."
Jinan piştî demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn bi tilîlî û çepikan dawî li çalakiya xwe anîn.
(zt)