BİKG: Bila li Sûrê korîdora jiyanê bê vekirin
19:37
JINHA
STENBOL - Endamên BİKG'ê bi şîara "Bila li Sûrê korîdora jiyanê bê vekirin û heyetek serbixwe biçin Sûrê" kom bûn û li Kadıkoyê korîdara sembolîk ava kirin.
Endamên Ji bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎKG) bi boneya balê bikşînin ser dorpêça li ser Sûrê û ji bo rizgarkirina 200 kesan korîdora jiyanê bê vekirin li Kadikoyê çalakî pêk anîn. Jin li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê kom bûn û 2 qor ava kirin û korîdor çêkirin. Jinan di çalakiya korîdora sembolîk de dovîzên "Bila li Sûrê korîdora jiyanê bê vekirin", "Bila kesên ji ablukayê rizgar bûn, ji aliyê heyeta serbixwe ve bên pêşwazîkirin" û "Li Sûrê û her derê em alîgirên jiyanê ne" vekirin. Endama BÎKG'ê Nermin Sinar, di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û bal kişand ser hovîtiya dewletê ya li Cizîrê. Nermîn Sînar, anî ziman ku ji ber li Cizîrê korîdora jiyanê nehat vekirin bi dehan welatî hatin qetilkirin û şewitandin û wiha got: "Niha malbat li ber deriyê Saziya Tipa Edlî li heviya cenazeyên xwe rawestiyane. Em naxwazin komkujiya li Cizîrê li Sûrê dubare bibe. Em dixwazin 24 saetan korîdorê vekin û welatî ji aliyê heyeta serbixwe ve bê pêşwazîkirin. "
Çalakî bi silogana "Bila li Sûrê korîdora jiyanê bê vekirin" hat qêrîn.
Endamên BÎKG bi armanca li Sûrê korîdora jiyanê bê vekirin dê sibê ji Stenbolê bên Amedê û 3 rojan nobetê bigirin.
(zt)