Endamên KJA yê yên ku belavokên 8'ê Adarê belavdikirin hatin binçavkirin

19:41

JINHA

STENBOL - Endamên KJA yê yên ku belavokên 8'ê Adarê belavdikirin hatin binçavkirin.

Li navçeya Arnavutkoyê Endama KJA yê Zehra Yilmaz û Hevseroka HDP'ê ya Arnavutkoyê Hatice Aslan yên ku belavokên 8'ê Adarê belavdikirin hatin binçavkirin. Bi hincetên di belavokê de "xweseriya demokratîk" derbas dibe jin hatin binçavkirin. Hatice Aslan serbest hat berdan lê hîna Zehra Yilmaz li Emniyeta Arnavutkoyê tê girtin.

Li aliyê dinê jinên li Meydana Adarê hatin bahev endamên KJA yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hildan û çalakî kirin. Jinan banga beşdariya hemû jinan ji bo çalakiyên 8'ê Adarê kirin.

(zt)