YPS-JIN: Emê tola hemû jinên hatine qetilkirin hildin

09:00

JINHA

COLEMERG - Endamên YPS- JIN’ê Geverê di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê de axivîn û gotin, “8’ê Adarê ji bo me jinan gelek giring û bi wateye. Ji ber ku 8’ê Adarê bi saya jinên têkoşer hate avakirin û ew jin bûn dengê hemû jinên bindest. Bila hemû jin li hemberî hişmendiya qetilkirinê bi rêxistinbin û têbikoşin.”

Li Bakûrê Kurdistanê pîştî rêveberiya xweser hate îlankirin li navçeyên wek Sur, Cizîr, Gever, Sîlopiya û Nîsêbînê Yekîneyên Parastina Sîvilan (YPS) û Yekîneyên Parastina Sîvilan a JIN (YPS –JIN) hate avakirin û li hemberî konsepta şer ê AKP’ê li ber xwe didin. Endamên YPS- JIN’ê yên Geverê ku taxên xwe diparêzin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya 2016’an nirxandin. Endamên YPS-JIN’ê gotin ku dê 8’ê Adarê bi rihê Ekîn Wan, Sakîne Cansiz û hemû jinên berxwedêr 8’ê Adarê pêşwazî bikin û tola hemû jinan hilînin.

‘8’ê Adarê ji bo me jinan xwedî wateyek mezin e’

Endama YPS- JIN a Geverê, Arîn Gever ewîl 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar û berxwedêr pîroz kir û banga birêxistinbûnê li hemû jinan kir û wiha axivî: “8’ê Adarê ji bo me jinan xwedî giringiyek mezin e. Di salên berê de jinan ji bo rojek wiha gelek bedelên mezin dan. Ji bo rojek wiha bi sedan jin hatin şewîtandin. Ji ber vê yekê divê hemû jin xwedî li berxwedana 8’ê Adarê derkevin û bi coşek mezin pêşwazî bikin.”

‘Em tolhildêrên jinên hatine qetîlkirin in’

Endama YPS- JIN’ê Nûjiyan Gever jî derbarê 8’ê Adarê de ev tişt got: “Jin ji ber hişmendiya mêretiyê her tim rastî tundiyê tên. Em jî li dijî vê hişmendiyê tevlî YPS-JIN’ê bûm. Em jin ji bo tune kirin û şîkandina vê hişmendiyê têdikoşin. Ez li vir bang li hemû jinan dikim ku bila ji bo şikandina hişmendiya mêretiyê têbikoşin û tevlî nav refên YPS- JIN’ê bibin. Hikûmeta AKP’ê di sadsala 21’emîn de li ser bedena jinê polîtîkayên qirêj dide meşandin. Hevalên me yên jin qetîl dikin û bedenen wan tehşîr dikin. Îro em tolhildêrên wan jinên ku hatine qetîlkirin in.”

‘Bijî têkoşina 8’ê Adarê’

Endama YPS- JIN’ê Nûjîn Alezer jî anî ziman ku îsal 8’ê Adarê dê bibe sala berxwedan û şoreşê û wiha got: “Berxwedana ku li Rojava jinan da nişandan dê li bajarên mezîntir bê kirin. Sala borî jinên Rojavayî li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê têkoşinek bêhempa nişan dan. Îro YPS- JIN jî li hemberî Çeteyên AKP’ê li ber xwe didin û şer dikin. Ji ber vê yeke îsal 8’ê Adarê ji bo me gelek giring e. Bijî têkoşina 8’ê Adarê.”

‘Em raperîna jinan a sedsala in’

Endama YPS- JIN’ê Zana Gever jî hestên xwe yên li hemberî 8’ê Adarê wiha parvekir: “Wek ku tê zanin 8’ê Adarê li ser têkoşin û berxwedana jinên kedkar hate avakirin. Bi dehan jin ji bo daxwaza mafê xwe ya rêwa di fabrikayê hatin şewîtandin. Hêj di sala 2016’an de jin tên şewîtandin û qetîlkirin. Îro jî me ala vê têkoşina jinên berxwedêr hilgirt û têkoşina mezintir bikin. Em wek jinên YPS- JIN’ê ji bo vê hişmendiyê bişkinin li qadan in û têkoşina xwe bilind dikin. Em ê bibin bersîva qetilkirina hemû jinan. Em raperîna jinên ku hatine qetilkirin û jinên sadsalan in. Ji ber ku îro roj roja raperin û berxwedanê ye. Îro roja xwe birêxistinkirinê ye. Bila hemû jin li hemberî hişmendiya kuştinê bi rêxistin bin û têbikoşin.”

(ga-ho/zt)