Şaredariya Payîzava qadên xebatê ji bo jinan avadike

09:02

JINHA

WAN - Şaredariya Gel a navçeya Payîzavaya Wanê bê navbera xebatên xwe yên temînkirina bingeha xizmetan a navçeyê zêde dike û li riyên çareseriyê jî ji bo pirsgirêkên welatiyan pêk tîne. Ji bo welatiyên navçeya Payîzavayê jî ji bo jina aliyê tendurîstî, aborî û aliyê çandê jî xebatên xwe berdewam dikin. Hevserokê Şaredariya Payîzavayê Yildiz Çetîn li ser xebatên şaredariyê nirxandin kir û diyar kir ku ew ji bo welatiyan xebata xwe bê navber di bajêr de pêk tînin.

Şaredariya Gel a navçeya Payîzavaya Wanê herî zêde giranî dide xebatên jinan. Gelek pirsgirêkên navçe û gundên wê jî çareser kirin û xebatên xwe berdewam dikin. Di hilbijartina 2014'an şaredarî hat avakirin û gelê heremê endamên meclîsê hilbijartin û ji van 2 hevserok ji hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina Meclîsa şaredariyê komîteyên xwe aktîf kir û li gorî pergala nû dest bi karê xwe kir. Ji bo avakirina binesaziya bajar bê navber kar hate meşandin û xebatên wek rêyên navçeyê, Kanalîzasyon, tendurîstî, aborî û hwd hatin çêkirin. Komîteyên taybetî ên ku qadên aborî ji bo jinan pêş bixin hatin avakirin.

'Jinên Payîzava gotin em li virin'

Hevseroka Şaredariya Payîzavayê Yildiz Çetîn diyar kir ku ew giranî didin xebatê jinê û wiha domand, "Em ê xebatên xwe a jinan berdewam bikin. Dema ku min li vir dest bi xebatê kir, wê demê hişmendiya baviksalarî gelek bi bandor bû û jin livir bê nefes hatibûn hêştin. Ji xwe hêjmarek kêm a jinan li şaredariyê hebû. Li ser vê yekê me giranî da xebatê jinan. Jin dema ku saziyên şaredariyê naskirin hatin û pirsgirêkên xwe parvekirin û me jî çareser kir. Niha hêjmarek mezin cihê xwe di xebatên şaredariyê de digre û xwe rêvedibe."

'Jin bi kedê xwe hebûna xwe didin jiyandin'

Yildiz da zanîn ku ew qadên aborî ji bo jinan pêşdixin û wiha pêde çû, "Niha 60 jin di atolaya xalîçeyan û kooperatîfên bostanan de cih digrin. Em girîngî ji bo aborîya jinê û îstîhdama jinê xebatên xwe pêk tînin. Jinên ku pêşiyê nedikarîn biçin nexweşxanê niha pirsgirêkên xwe tînin ziman, aboriya xwe bi keda xwe li kargehan bidest dixin." Yildiz destnîşan kir ku ew ne tenê di qadên aborî de xebat didin meşandin wiha berdewam kir, "Li gelek gundan semînerên tenduristî ji bo jin û zarokan hat dayîn. Her wiha wek şaredarî ji bo jin û zarokên astengdar me kursiyên bi teker amede kir."

'Jin êdî hewcekarê mêr nîne'

Yildiz li ser kargehên jinan jî axivî û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji bo jina atolyeyên xalîçeyan hat amadekirin. Atolyeyan de 40 jin bi keda destê xwe aboriya xwe pêşwazî dike. Kooperatîfên jina hat avakirin û bi pêşengiya jinan aşxane hatin amede kirin. Li eşxane 6 jin dixebitin û debara xwe pêşwazî dikin. Atolyeya tekstîlê jî niha amade dikin û rojên pêşiyê jin dê dest bi karê xwe bikin. Jin dê pêşiyê kincên nexweşxanê amade bikin piştî wan jî tiştên ku ser sîparîşa jî çêbikin. Ez bi gel van jinan gelek keyfxweşim ku êdî hewcekarê mêran nîne. Berî rojên nêzik şaredariya me li ser birca Xoşapê xelat wergîrt û em di nava Tirkiyê de bûn yêkemîn ji bo Avrupayê rêya me hat vekirin, ev xebat jî bi keda destê jinên me vergirtîn."

Yildiz di dawîya axaftina xwe de li ser roja 8'ê Adarê sekînî û wiha got," Em ji bo Roja Jinên Kedkarên Cîhanê jî dest bi xebatên xwe dikin. Her salvegerên 8'ê Adarê me ji bo jina kulîlk amade dikirin û demek nêzîk de jî çilmisin. Em dê vê salê kulîlkên cuda bidinê ku da jin wan kulîlkan mazin bikin. Roja jinên kedkarên cîhanê û gel ê jinên kurd pîroz dikim."

(hk-va/rc)