Xebatên KJA ya Colemêrgê yên 8'ê Adarê li gundan dest pê kir
09:07
JINHA
COLEMÊRG - Rêxistina KJA ya Colemêrgê li gundan mal bi mal digerin hem bi jinan re sohbet dikin û hem jî wan vedixwînin çalakiyên 8'ê Adarê.
Bi nêzikbûna 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê re rêxistina KJA ya Colemêrgê lez dan xebatên xwe. Bi pêşengiya KJA yê xebatên ji bo tevlîbûna çalakiyên 8'ê Adarê li gundan bê navber berdewam dike. Jin li gundan mal bi mal digerin bi jinên gundan re sehbetê dikin, bi vi awayi jinan daxwazi çalakiyên 8'ê Adarê û daxwazi qadan dikin.
Aktivista KJA yê Eyşe Kizilkaya der barê xebatên wan ên 8'ê Adarê de axivi. Eyşe diyar kir ku jin dê 8'ê Adarê bi coşek mezin komkujiyan lenet bikin û wiha got; "Em niha li Gundê Kehê bi hêzek û moralek bêhempa xebatên xwe rêve dibin. Hêza Dagirkerên kujeran têrê nake ku moralê me bixin û xebatên me bi rawistine. Ji ber wê ji ez bawer dikim ku jin dê 8'ê Adarê bi daketina qadan xwedi li xeyalên azadiyê yên Ekinan derkevin. Ez ji niha de 8'ê Adarê li hemû jinan piroz dikim û dibêjim bila xêr bê mizginiya azadiyê."
(zyd/zt)