Kongreya Star a Efrînê êrîşên AKP'ê şermezar kir

11:25

JINHA

EFRÎN- Koordînasyona Kongreya Star êrîşên deweleta Tirkiyê a li hember gelê Kurd û bi taybet ser taxê Şêx Meqsûd bi daxuyaniyek şermezar kir.

Di derbarê konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê daye despêkirin, Kongreya Star a Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a Kantona Efrînê Rûşen Îbo ve hatiye xwendin de wiha hat gotin, "Wekî ku her kes dizane şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya şeşemîn dibe. Bi sedema şer û pevçûnên ku li Sûriyê diqewimin her der xirab bûye û bêaramî derdiketiye holê. Hin hêz bi armanca ku di Sûriyê de berjewendiyên xwe pêk bînin şer û pevçûnê gur dikin. Gelê Sûriyê ku li hember rêjîma Baas serê xwe rakir îro piraniya wan koçber bûne. Tevî ku gelek sivîl bûn qurbaniyên vî şerî, lê dîsa jî şoreş bi dawî nebûye."

Rûşne got, "Dewleta Tirkiyê jî mîna wan hêzên ku dixwazin berjewndiyên xwe li ser axa Sûriyê pêk bînin, bi hemû rêbazên dûrî mirovahiyê sivîlan dikuje û alîkariya çeteyên hov dike. Êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên kirin, dibe sedema derxistina ne aramiyê û koçberiyê di heremê de. Li kêleka van êrîşan jî bêdengiya rayedarên navnetewî ku qaşo mafê mirovan diparêzin derdikeve holê, ev jî dide xuyakirin ku her hêzek tenê ji bo berjewendiyên xwe tev digerin."

Rûşne diyar kir ku dewleta tirkiyê êrîşê taxên Kurdan dike û wiha berdewam kir, "Êrîşên ku dewleta Tirkiyê vê dawiyê li ser taxa Şêx Meqsûd pêk tîne, dibe sedema kuştina sivîlan. Em van êrîşên AKP'ê ku dîroke reş dinivîse, lanet û şermezar dikin. Bi hezaran Kurd, Ereb û Turkmen cihê xwe di taxa Şêx Meqsûd de digrin. Îro bi alîkariya Tirkiyê êrîşên hovane ji aliyê Ehrar El Şam û Cebhet El Nusra bi çekên giran bênavber li ser vê taxê tên kirin, di encamê de gelek zarok û jin jî jiyana xwe ji dest didin."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em wekî Kongreya Star, bi dengê jina azadîxwaz van kiryarên dûrî mirovatiyê û bêexlaq ku li ser gelê Kurd û bi taybet li ser taxa Şêx Meqsûd tên kirin, bi tundî şermezar dikin. Em bêdenengiya Saziyên Mafên Mirovan li beramber van kiryarên Tirkiyê jî şermezar dikin. Banga me ew e ku ev bêdengî ji holê rabe, berî ku rewşa taxa Şêx Meqsûd bigihêje asta komkujiyan, divê dev ji nêzîkatiya temaşekirinê berdin û li beramberî van êrîşan helwesta xwe diyar bikin."

(fr/hs/rc)