Ji bo bîranîna Sêvê, Pakize û Fatma Silopi ya

11:31

JINHA

ŞIRNEX - Dê starta çalakiyên 8'ê Adarê li Silopiya ya ku bi mehane dibin dorpêç û êrîşandene bê dayîn.

Dê starta çalakiyên 8'ê Adarê li Silopiya ya Şirnexê ku bi mehane dibin dorpêç û êrîşandene bê dayîn. Dê starta çalakiyên 8'ê Adarê di 1'ê Adarê saet 10.00'an de li ber avahiya navçeya HDP'a Silopiyayê bi tevlîbûna Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka HDK'ê Gulistan Koçyigit û parlementerên HDP'ê yên jin bê lidarxistin. Parlementerên HDP'ê Besime Konca, Aycan Îrmez û envamên KJA yê li Silopiyayê kolan kolan digerin jinan vedixwînin çalakiyê.

Endamên KJA yê banga çalakiya sibê li ber avahiya HDP'a Silopiyayê bê lidarxistin kirin. Jinên Silopiyayê diyar kirin ku dê ticarî Sêvê, Pakize û Fatma jibîr nekin û dê beşdarî çalakiya bîranînê bibin.

(zt)