Mala Pirpirîkên Star a Zarokan li Efrînê vedibe

11:37

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Ji bo piştgirî û alîkariya jinên karker û ji bo avakirina avahiya bingeha zarokan, wê Desteya Karên Jinê li Kantona Efrînê maleke zarokan ji yek rojî heya 4 salî re 1'ê Adarê veke.

Desteya Karên Jinê li Kantona Efrînê amadekariyên vekirina maleke zarokan dike. Wê mala zarokan bi navê "Pirpirîkên Star a Zarokan" were vekirin. Ji bo piştgiriya jinên karker û avakirina avahiya bingeh a zarokan ev proje hate dayîn.

Seroka Desteya Karên Jinê ya Kantona Efrîn Fatma Letko derbarê vekirina vê malê de wiha got: "Armanc ji vekirina mala zarokan di şert û mercên heyî ku alîkarî bi jinan re were kirin û zarok li cihekî baş werin mezinkirine. Ji bo ku jinên karker karê xwe serkeftî derbas bikin û ji aliyê din ve zarokên xwe li cihekî baş perwerde bikin, ev mal wê were vekirin."

Fatma diyar kir ku ew bi vekirina mala zarokan dixwazin bingehê mezinkirina rast pêk bînin û wiha pêde çû, "Em avakirina avahiya bingeh a rast ji bo zarok esas digirin, ji bo ku asta pêşketinê li cem zarokan hîn zêdetir baş be, bi rêya pisporên ku di vî karî de dixebitin wê atmosferekî baş ji bo zarokan peyda bibe. Wê ji bo fêrkirina zarokan çawa dest bi axaftinê bikin û hwd. kar û xebatê bidin meşand. Wê di vê malê de pisporên jin cihê xwe bigirin. Heya niha navê 15 zarokan hatiye qeydkirin."

Fatma da zanîn ku di 1'ê Adarê de mala zarokan dê bê vekirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji bo qeydkirina navên zarokan, ji jina karker re bihayê 5 hezar lîreyê Sûrî distînin, ji jinên din jî 6 hezar distînin û ji bo zarokên şehîdan jî bê muqabil ango bê pere ye. Di 1'ê Adarê de ev proje wê were vekirin. Di demên pêş de jî ev mal li her deverên Efrînê dê werin vekirin."

(hs/rc)