Li Kobanê amedekariya peykera berxwedanê tê kirin
12:01
JINHA
KOBANÊ - Li Kantona Kobanê amedekariyê qada peykera sembola berxwedanê ku wê ji bajarê Silêmaniya di 8'ê Adarê de bighêje Kobanê tê kirin.
Koordînasiyona Jinûve avakirina Kobanê di 20'ê Sibatê de dest bi amedekirina qadek ji bo peykerê ku ji Silêmaniyê di 8'ê Adarê de bighêje Kobanê kir. Ev gav jî ji bo rûmetdayîna ji têkoşîna ku qehremanan di kelha berxwedanê Kobanê de dan meşandin e. Ev peyker sembola berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ'ê û jinên qehreman e.
Koordînasyonê diyar kir ku ew qada ku dê peykera berxwedanê lê danin cihek bajêr a serekeye û got ku ew atolyeya kar ku ji 7 kesan pêk tê di kolana 48'an de dest bi karê xwe kirin û anî ziman ku, mezinbûn an jî firehbûna qadê bi qasî 1350 km. ye.
Karê ku di avakirina bingeh û dîwarê qadê tê kirin, wê di 5'ê Adarê de bi dawî bibe. Di 8'ê Adarê de jî wê peyker li qadê were danîn. Li aliyê din wê koordînasiyon dest bi xemilandina qadê bike, gulan biçîne û sê tangan li derdora qadê bi cih bike.
(ze/hs/rc)