Dayîkên Sûrê: Divê gelê Amedê bikeve Sûrê
13:04
JINHA
AMED - Berxwedana xwerêveberinê li Sûrê di roja 90'an de berdewam dike. Dayîkên Sûrê derbarê êrîş û polîtîkayê komkujiya hember sivîlan yê hêzê dewletê nirxandin û wiha gotin,"Ji bo rojek be jî divê qedexe bê rakirin. Dewlet dixwaze bi aweyek vekirî komkujî li Sûrê pêk bîne. Eger qedexe rabe sivîlên li wir dê bi ewle ji wir derên."
Êrîşa dewletê bê navber a li hember navçeyê Sûra Amedê di roja 90'an de berdewam dike. Li navçeyê 200 sivîl zêdetir ku di navde pitikê 4 heyvî Elîf Su jî heyî ji aliyê dewletê ve rastî êrîşên giran tên. Dewlet weke ku li Cizîr komkujî pêk anî li Sûrê jî amedekariya komkujiyek mezin dike. Dayîkên Sûrê bertek nîşanî van êrîşan dan û bang li tevahî gelê Amedê kir ku berê xwe bidin Sûrê û wiha gotin, "Em bibin yek, xelakan bişkînin û gelê xwe yê li Sûrê rizgar bikin."
'Her kes divê deng bide Sûrê'
Bedia Erdan diyar kir ku kurê wê yê 14 salî li hundir maye û wiha got, "Zarok û gelê me li wirin lê kes deng dernaxe. Li Cizîrê tev qetilkirin. Dê li Sûrê jê vê yekê bikin. Bila kes rolê sê maymûnan nelîze. Divê her kes deng bide Sûrê. Bila qedexe rakin ew jî derên. An bila tev bi hevre derên an yek ji wan wê dernekeve. Ew gelê Kurd hîna nasnakin. Dixwazin me bikşînin xeta îxanetê. Lê wê nekaribin vê yekê bikin. Her ku bombe diteqe dilê min li vir dêşe. Ma qey qet wîjdana wan nîne. Zilma ku kirin ne bese. Eger gelê me naxwazin komkujiyek wek ya Cizîrê bibînin divê gel ji bo Surê rabe û deng bide berxwedanê."
'Di her meşek de em şehîdek didin'
Hamdiya Hayraz anî ziman ku divê gel bibe yek û xelekan bişkîne û bikeve Sûrê. Hamdiya wiha pêde çû, "Em aştî dixwazin. Zarokên wir tev 12-13'e salîne, nizanin çek hildin. Bi bombe û tangan êrîşê zarokên me dikin. Em dixwazin qedexe rojak bê rakirin û zarokên me derên. Dibêjin dê korîdor bên vekirin lê wan saetan de êrîş giran dikin. Ev bu sê heyv. Zarokên wir çi dixwûn û veduxin. Hikûmet bi sedsalane me gelê kurd qetildike. Ev hovîtî û zilm dê heya dawî dirêj neke. Eger yek zarok jî li wir bimre hikûmet û dewlet berpirsyare."
'Em ne terorîstin em Kurdin'
Fatma Demîr jî wiha got, "Sê heyvin li Sûrê polîtîkayek qirêj tê meşandin. Qet wîjdana Erdogan nîne. Em bang li tevahî gelê Kurd û Ewropayê dikin. Deng bidin Sûrê. Dibêjin tev terorîstin, lê di bingeh de ew terorîste. Em ne terorîstin em Kurdin. Serê me dê her dem bilind be. Zarokên me li wir dimrin. Gelê me tev qetil dikin. An qedexe dê rabe û mirovên li wir dê derên an jî hikûmet ji tiştên biqewime berpirsyar be. Lê divê êdî gelê Amedê xelekan bişkînin û bikevdin Sûrê."
(rc)