Tevgera Civaka Demokratîk serdana Şedadê kir

14:18

JINHA

HESEKÊ- Şandeyek ji Tevgera Civaka Demokratîk serdana bajarokê Şedadê kir. Bajarokê Şedadê di hemleya Xezeba Xabûr de ji çeteyên DAÎŞ'ê hatibû paqijkirin û gelê wir bi germahiyeke mezin hêza QSD'ê pêşwazî kiribû.

Şande bi kêfxweşî û coşeke mezin ji hêla QSD'ê û şêniyên bajêr ve hate pêşwazîkirin, şande ji herdû hevserkên Tevgera Civaka Demokratîk di têkiliyên giştî de Eyhan Murad, Ebd El Selam Ehmed û endamên Tevgera Civaka Demokratîk pêk hat.

Hevserokê têkiliyên giştî Ebd El Selam Ehmed pêşketin û berxwedaniya QSD'ê li hember çeteyên DAÎŞ'ê di rizgarkirina Şedadê û heremên din pîroz kir. Ebd El Selam bal kişand ser berxwedanî û têkoşîna QSD'ê li hember çeteyên ku herî hov di cîhanê de hatine naskirin de û wiha got: "Em bawer in û pir kêfxweş in ku QSD'ê bi têkoşîna xwe ya bêhempa ne tenê dikare heremên Rojava rizgar bike, lê belê dikare tevahî xaka Sûriyê paqij bike û aramiyê li her deverên wê peyda bike."

Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk Sûad Xelo rêbazên hovane û dijmirovî ku DAÎŞ di derheqê mirovên sivîl de û bi taybet di kesayet jinê de pêk tîne nirxand û wiha got: "Çeteyên DAÎŞ bi navê Îsalmê her cure komkujî û kuştinê li ser mirovan pêk tîne, DAÎŞ xwedî feraseteke qirêj e. Zarok, jin, pîr û kalan dikuje. Em qet van kiryarên hovane û bêexlaq ku DAÎŞ pêk tîne qebûl nakin û red dikin, em ê bi fikir û ramanê Rêber Apo vê feraseta kirêt têk bibin û hemû zincîr û ferasetên şaş û reş biqetînin û li şûnê azadiyê bi cî bikin."

Şêniyên bajarokê Şedadê jî bi hatina vê şandeyê, serketina QSD'ê û derxistina çeteyan kêfxweşiya xwe bi govendê dan diyarkirin.

(ee/hs/rc)