TEV- Çanda Efrînê amadekariyê 8'ê Adarê dike
14:41
JINHA
Efrîn - Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Efrînê, dest bi amedekariya çalakiyên 8'ê Adarê kir.
Ji bo 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar a Cîhanê tevahî sazî li Rojavayê Kurdistanê dest bi amedekariya kirin. Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê jî amadekariyên xwe ji bo vê rojê dike. Derbarê amadekariyên ku tên kirin de, Rêvebera Çand û Hunerê ya Efrînê Hêvîn Xanî wiha got: "Ev demeke ku em amadekiriyên 8'ê Adarê dikin, niha jî ber bi dawiyê ve diçin. Me 7 komên stran, govend û şano amade kirine, ji bilî wan jî dê çend aktîvîteyên cuda jî werin pêşkêşkirin, pêşkêşî jî ev in:
*Koma Berçem stranên netewî, koma Berçem Kantona Efrîn stranên gelêrî û dengbêjî dê pêşkêş bikin.
* Şanoya jina ciwan û ya dayîkan dê werin pêşkêşkirin
*Cilên kurdî gelerî ên tevahiya Rojava dê werin pêşkêşkirin. Ev xebat ji bo cara yekem tê kirin.
Hêvîn Xanê axaftina xwe wiha bidawî kir: "Ez bang li hemû jinên Efrînê dikim ku bi awayekî aktîv û bi cilên gelerî tevlîbûna xwe ji 8'ê Adarê re bidin çêkirin. Em ê bi coş û moraleke mezin dakevin qadan û ji bo piştgiriya Bakûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin, bila dengê jinan bighêje her derê û 8'ê Adarê bi vî awayî were pîrozkirin."
(fr/hs/rc)