Li Girtîgeha Kandırayê ser girtiyên kurd tehdîda îskenceya zayendî û kuştinê!

16:58

JINHA

KOCAELİ - Hat zanîn ku ser girtiyê bi navê Mehmet Tufan ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Jimara 2 ya Kandırayê dimîne îdara girtîgehê hefteyek îskence kiriye û kurdbûna wî weke hincet nîşan daye ser îskenceya zayendî kiriye.

Hat zanîn ku ser girtiyê bi navê Mehmet Tufan ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Jimara 2 ya Kandırayê dimîne îdara girtîgehê hefteyek îskence kiriye û kurdbûna wî weke hincet nîşan daye ser îskenceya zayendî kiriye. Piştî îskenceya hefteyekê berdewamkirî Mehmet telefonî malbatê kiriye, malbatê jî dengê wi qeyîdkiriye. Mehmet diyar kiriye ku elektirîk dane organê wiyê zayendî û neyînikên wî rakirine.

Mehmet da zanîn ku di laşê wî de hîna şona derban heye û îdara girtîgehê kurdbûna wî hincet nîşan daye û gotiye; "Emê te bikujin, emê te nedin jiyandin."

Malbatê destînaş kir ku ji bo darezandina îdara girtîgehê ya îskence û tehdîda kuştinê li zarokên wan dike dê gilî bikin.

(zt)