Serpêhatiya berxwedanê ji Başûr heya Bakûr
09:01
Hulya Okalîn/JINHA
COLEMÊRG - Jina bi navê H.M ku berî 16 sal ji ber zilm û zordariya Saddam Hiseyîn goçî Bakûrê Kurdistanê kir û niha bi welatiyên Geverê re li hemberî êrîşa dewleta tirk li ber xwe dide diyar kir ku politikaya Saddam Huseyîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a li ser kurdan wek hev e.
Jina bi navê H.M (35) di sala 2000'an de ji ber zilm û zordariya rêjima Saddam Hiseyîn ji bajarê Dihoka Başûrê Kurdistanê bi zordarî goçî Bakûrê Kurdistanê kir. H. M a ku ev 16 sale bi 4 zarokên xwe re li navçeya Gevera Colemêrgê di nav aramiyê de jiyana xwe berdewam dike qala jiyana xwe ya li Başûrê Kurdistanê û goça xwe kir. H. M a ku ciwaniya xwe dibin êrîş û zilma rejima Saddam de derbas kiriye ji bo keça wê dibin heman zilmê de mezin nebe dev ji cih û warê xwe berda û goç kir. Piştî ku gelê Geverê rêveberiya xwe ya xweser îlan kir û li hemberî êrîşên dewletê li ber xwe didan. H.M jî bi gelê Geverê re kete nava berxwedanê û bi gel re li ber xwe dide. H.M siyaset û politikaya Saddam Hiseyîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan şiband hev û got ku her dû deshîlatdar ji bo berjewendî û desthîlatdariya xwe ya kesayetî li ser kurdan zilmê didin meşandin û wiha axivî: "Saddam Hiseyîn gelek zilmê li ser gelê kurd dikir û gel qetîl dikir. Em niha dibînin ku Erdogan jî bi heman hişmendiyê êrîşê gelê Bakûr dike û welatiyên sîvîl qetîl dike."
'Tiştê ku dihat serê jinê wek qeder dihat hesîbandin'
H.M qala serpêhatiyên xwe yên ku li Başûrê Kurdistanê jî wiha pervekir: "Dema ku min li bajarê Misûlê zaningeh dixwend, ji ber ez jinek kurd bûm her tim rastî êrîş û haqareta asayîşa Saddam dihatim. Ne tenê ez hemû jinên kurd rastî vê nêzîkatiyê dihatin û destûr nedidan ku jin çavên xwe vekin. Leşkerên Saddam jinan tacîz dikirin û tecawîz dikirin û wê mafê di xwe de diditîn. Jinên ku dihatin binçavkirin teqes ji aliye lêşkeran ve dihatin tazîkirin û bi îşkençeyan dihatin tecawîz kirin û tu kes nikarî bû hesabê ji wan bipirsiya. Tiştê ku dihat serê jinê wek qeder dihat ditîn."
'Zilma Saddam di dîroka cihanê de cihê xwe girtiye'
H.M zilma Saddam a li ser kurdan bi van hevokan anî ziman: "Saddam qet ji kurdan hes nedikir û her tim ji bo hêza xwe bide nişandan êrîşê gelê kurd dikir û kurdan di mala wan de wan qetîl dikir. Gundên ku kurd lê dijiyan Saddam destûrê nedida ku qut û zad biçin wan gundan û dixwest kurdan ji birçiyan bikûje. Qetliyamên ku Saddam hember gelê kurd pêk aniye di dîrokê de cihê xwe girtiyê. Li Başûrê Kurdistanê Seddem li ser kurdan polîtîkayek mezin dide meşanadin. Bi hezaran kurd ji bi zorê ji gundên xwe hatin goçkirin. Kurd her tim bi kimyasalê dihatin tirsandin û gef li wan dihat xwarin."
'Li ser navê namûsê jin dihatin tecawîzkirin'
H. M li ser rewş û êrîşên li dijî jinên li Başûrê Kurdistanê axivî û got ku çawa îro hêza dewleta tirk li ser bedena jinê hêza xwe dide nişandan, Saddam jî êrîş dibir ser bedena jinê û li ser navê namûsê tecawîza jinan dikir. Niha jî li Sur, Cizîr û Mûşê jinên ku tên qetîlkirin tên teşîrkirin û wek namûsê û got," Hemû dewlet ji hêza jinê dîtirse lewra di serî de herî zêde di hedefa wan de jin hene. qetîl dikin dilê wan rehat nabe ev neqil ji hêza xwe li ser bedena wan didin nişandan. Ev ne hêz e. Ev rezîli ye. Di hemû şer de jin di hedefê dene." H.M di berdewamiya axaftina xwe de êrîşên hikûmeta AKP'ê û dewleta tirk ên li Bakûrê Kurdistanê nirxand û got ku Çawa Saddam hêza xwe li ser kurdan dida meşandin niha jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî hêza xwe ya desthilatdarî li ser gelê kurd dide meşandin û ev tişt got: "Gelê ku bindest e. Ji dîrokê heya niha her tim rastî zilm û êrîşan tê. Erdnîgariya Kurdistanê hate çar pêrçe kirin û kurdan ji hev qut kirin. Niha jî gelê kurd xwe diparêze û destûrê nade zilm û zordariya dewletan."
H.M di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku gelê kurd gelek şervan e eger kurd li ber xwe bidin dê li hemberî hemû top û tangan bi ser bikevin. Ji ber ku dewlet jî vê baş dizanin ji hêza kurdan ditîrsin.
(ga/rc)