Jinên Dirbêsiyê êrîşên ser Şêx Meqsûd şermezar kirin

09:02

Şînda Ebdullah / JINHA

DIRBÊSIYÊ – Jinên saziyên civaka sivîl yên bajarê Dirbêsiyê êrîşên dewleta Tirk ya ku yekser êrîşê axa Rojava dike, herwiha bi rêya çeteyan li ser kantona Efrîn, Girê Spî û bi taybet li ser herêma Şêx Meqsûd şermezar kirin.

Dewleta Tirk bi rojane berê tang û topên xwe daye axa Rojava û êrîşê li ser gelên herêmê dike. Bi rêya çeteyên xwe jî herêma Girê Spî û Şêx meqsûd kiriye hedef. Di van êrîşan de hejmarek mezin sivîl ku di navde jin û zarok hene hatin qetilkirin. Jinên bajarê Dirbêsiyê piştgiriya xwe ji berxwedana Şêx meqsûd û Girê Spî anîn ziman û dewleta Tirk şermezar kirin.

Endama Saziyê Malbatên Şehîdan Merdiye Mehmûd êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava nirxand û wiha got: "Çete bi rêya Erdogan û AKP'ê êrîşê Rojava dikin. Erdogan hevalbendê çeteyan e. Bila dewleta Tirk û Erdogan baş bizane ku bi êrîşan gelê Kurd naşikê û tune nabe. Em hîna bêtir dibin yek û ji berê xurtir dibin."

Endama Mala Gel a bajarê Dirbêsiyê Yesmîn Tehlo diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan serketinên gelê Kurd têk bibe û got ew ê dewleta tikiyê neghêje mirada xwe. Yesmîn axaftina xwe wiha doman: "Ez êrîşên li ser Rojava û Şêx meqsûd ku bi destên dewleta Tirk pêk tên şermezar dikim. Di van deman de YPG-YPJ û QSD li Şedadê û Kantona Efrînê serketinên mezin bi dest xistin. Rizgariya Şedad pêngaveke mezin bû. Lê dewleta Tirk û çete bi her rêyekê dixwazin van serketinan lewaz bixin, bi taybet naxwazin her sê kanton bigihîjin hev, lê belê em ê ji bo azadiya xwe heya dawî têkoşînê bilind bikin."

Jina bi nav Meryem Mihemed jî wiha got: "Em wek jinên kurd yên bajarê Dirbêsiyê piştgiriya gelê xwe yê taxa Şêx meqsûd û Efrînê dikin û êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin, em li ser rêya şehîdên xwe ne û hertim serkeftin ya gelê Kurd e û em wek jinên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Bakûrê Kurdistanê jî dikin.

(hs/rc)